Peyama Nêrgiz Mihemedî: Azadî, wekhevî û jiyan mafê me jinan e

Çalaka jin Nêrgîz Mihemedî ji girtîgeha Êvîn a Îranê ya tê de girtî peyamek şand. Mihemedî diyar kir ku li Îranê nirxên mirovahiyê binpê dike û got ku ew biryara ferzkirina bi kêfî red dike.

çalakvana jin Nêrgiz Mihemedî ya li Îranê girtî, di peyama ku şand de îşaret bi wê yekê kir ku ew biryara bi kêfî red dike û got: “Berdêlê wê mirin û girtin be jî, azadî, wekhevî û jiyan mafê me jinan e.”

Peyama Nêrgîz Mihemedî ya aktîvîsta li Îranê girtî, li ser rûpela Nêrgiz a Instagramê hat weşandin.

Mihemedî, di peyamê de bal kişande ser zextên li ser jinan ên li Îranê û destnîşan kir ku rejîma Îranê nirxên mirovahiyê binpê dike.

Di peyamê de Nêgiz bal kişand li ser qedexeyên di girtîgehê de û got: “Ji ber ku em jin in xwarina mûz, xiyar û gêzeran li me qedexe ye. Berdêla wê mirin û girtîn jî be, azadî, wekhevî û jiyan mafê me jinan e. Ez Nergîz Mihemedî wek jin û dayîkek biryara ferzkirina bi kêfî red dikim.”

Nêrgiz Mihemedî, meha Adarê ya sala 2014’an hat girtin, sewqê girtîgeha Êvîn a bajarê Tehranê yê Îranê hat kirin. Dadgeha ku Nêrgiz Mihemed lê hatin darizandin, 16 sal ceza lê birî.