Li Êlihê meşa li dijî dagirkerî û qirkirinê
Li dijî êrîşên dagirkerî û qirkirinê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li navçeya Hezo ya Êlihê meşek hate lidarxistin û daxuyaniyek ji çapemeniyê re hate dayin.
Li dijî êrîşên dagirkerî û qirkirinê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li navçeya Hezo ya Êlihê meşek hate lidarxistin û daxuyaniyek ji çapemeniyê re hate dayin.
Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li navçeya Hezo ya Êlihê hatin şermezarkirin.
Çalakî li ber avahiya DEM Partiyê ya Hezoyê pêk hat û parlamentera DEM Partiyê ya Êlihê Zeynep Odûncû Kûtevî, endamên TJA, Meclîsa Dayikên Aştiyê, DBP, DEM Partî yên bajar û navçeyan û gelek kes tevlî bûn. Çalakgeran dirûşmên "Bijî berxwedana Rojava", "Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin" û "Jin, Jiyan, Azadî" qîriyan û ji vê derê dest bi meşê kirin. Li Xaçerêya sêyemîn meş bi dawî bû û piştre daxuyaniyek ji çapemeniyê re hate dayin.
Parlamenter Zeynep Odûncû Kûtevî daxuyanî da û diayr kir ku Kurdên pêşî li komkujiyên DAÎŞ'ê girtin niha hedefa dûvikên heman zîhniyetê ne.
'LI KOBANÊ VÎ GELÎ DERSEKE MEZIN DA WE'
Zeynep Odûncû Kûtevî nerazîbûn nîşanî êrîşên dagirkerî û qirkirinê da û got, "Di berxwedana KObanê de vî gelî derseke mezin da we. Nîşan da ku ti carî serî natewîne. Nîşan da ku gel dikare jiyaneke hevpar ava bikin. Yên ku êrîşê dibin ser modela jiyana hevpar a li Rojava wê careke din winda bikin. Gelê Kurd li ber xwe da û wê her tim li ber xwe bide."
'NE SIYASETA ŞER Û ÎNKARÊ, LÊ ÇARESERÎ'
Hevserokê DEM Partiyê yê Hezoyê Ahmet Taştan piştre axivî û got, "Ji bo gelên Rojava û Sûriyeyê çareserî ne di înkar û siyaseta şer de ye, ji bo çareseriya bi diyalogê firsendeke dîrokî heye. Ji ber vê yekê jî ji her demê bêhtir ji bo Rojava û Sûriyeyê pêwîstî bi diyaloga li ser bingeha demokratîk û polîtîkayên çareseriyê heye."
Daxuyanî bi dirûşma "Bijî berxwedana Rojava" bi dawî bû.