Jinên Tîrêjên Rojê bi çek û teqemeniyan li gardiyan û notirvanan xist

Înîsiyatîfa Jinên Tîrêjên Rojê, li Stenbol û Kocaeliyê bi çekan li notirvan û gardiyanan xist, li Mersînê jî kargehek û du wesayît şewitandin.

Înîsiyatîfa Jinên Tîrêjên Rojê, da zanîn ku wan li Stenbol, Mersîn û Kocaeliyê çalakî kirine.

Înîsiyatîfê wiha got: “Polîtîkaya îmhakirinê ya dewleta Tirk a faşîst di girtîgehên Amedê de çawa ku bi agirê serhildanê yê Mazlûm Dogan serobino bûbe wê dîsa wisa bibe. Me silava Kemalê Laz, cardin li gardiyanên faşîst ên êşkencekar kir û em ê bikin.’’ 

Înîsîyatîfê diyar kir ku wan 11’ê Tîrmehê li navçeya Çatalkoya a Stenbolê, notirvanên dewleta Tirk a faşîst ên ji xwe re dibêjin ‘’bazên şevê’’  kirine hedef û wiha dewam kir: ‘’Me, 02.30’ê şevê di dema dewriyeya notirvanan de, bi teqemeniyên bi destan çêkirî û çekên ferdî li notirvanan da. Du notirvan jê bi xedarî birîndar bûn.’’

Li gor înîsiyatîfê, wesayîta notirvanan ji çalakiyê gelek zirar dîtiye û yekeya çalakî kiriye bi ewlehî xwe ji qada çalakiyê vekişandiye.

Înîsiyatîfê da xuyakirin ku wan 12’ê Tîrmehê jî, li navçeya Gebze ya Kocaeliyê, li dijî gardiyanên faşîst çalakî li dar xistiye û di çalakiyê bi çekan li du gardiyanan xistiye.

Înîsiyatîfê di dewama daxuyaniya xwe de ragihand ku ji gardiyanan yek jê bi guleya li stûyê wî ketiye bi xedarî birîndar bûye û sewqî nexweşxaneyê hatiye kirin. Piştî çalakiyê gelek polîsên hêza taybet sewqî cihê bûyerê hatine kirin, der û dor li cihê bûyerê hatiye girtin da ku ji çapemeniyê bê veşartin.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: ‘’Em ê hemû gardiyanên di zindanên li Tirkiye û Kurdistanê de êşkenceyê dikin ji xwe re bikin hedef.’’

Her wiha hat destnîşankirin ku 12’ê Tîrmehê, li navçeya Erdemlî ya Mersînê dikaneke nalber a karsazekî AKP’yî û du wesayîtên faşîstekî bi molotofan hatine şewitandin.