Meclîsa Jinê ya HDP'ê li hev civiya

Meclîsa Jinê ya HDP'ê piştî kongreyê kom bû. Di vê civînê de wê xeta têkoşînê ya serdema nû bê diyarkirin.

Kongreya Awarte ya 5'emîn a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di 3'yê Tîrmehê de li Eywana Sporê ya Enqereyê pêk hat. Di kongreyê de 100 endamên esil 50 yedek û 30 jî fexrî hatin hilbijartin.

Piştî kongreyê Meclîsa Jinê ya HDP'ê li navenda giştî ya partiya xwe civiya. 63 endamên meclîsa partiyê yên jin û parlamenter beşdarî civînê bûn.

 Dê civîn bi nirxandina pêvajoya siyasî, rêxistinbûyina Meclîsa Jinê, diyarkirina xeta têkoşînê ya pêvajoya nû bidome.

Piştî civînê dê Koordînasyona Jinê û Berdevka Meclîsa Jinê bê avakirin.