Li DYE’yê zêdeyê 500 jinan giliyê sûcê ‘êrîşa zayendî’ li Ûber’ê kir

Li DYE’yê 550 jinan, diyar kir ku ajokarên Ûber’ê destdirêjî li wan kiriye û giliyê Ûber’ê kirin.

Mexdûrên ji gelek eyaletên DYE’yê, bi hev re ji Ûber’ê gilî kirin.

Jinan da zanîn ku şîrketa Ûber’ê ji sala 2014’an ve hay ji pirsgirêkê hebûye lê neketiye nava hewldana çareserkirina pirsgirêkê.

Gilî li Dadgeha Bilind a San Francîscoyê hat kirin. Di serlêdana ji bo gilîkirinê de hat diyarkirin ku ajokarên Ûber’ê jin desteser kirine, êrîş birine ser wan û destdirêjî li wan kirine.

Parêzerên ku nûnertiya mexdûran dikin gotin ku bersiva Ûber’ê ji bo destdirêjiya zayendî pir dereng û ne di cih de bûye.

Parêzerên buroya Slater Slater Schûlman LLP’ê ku nûnertiya 550 jinan dikin, ragihandin ku ew lêkolînê li ser şahidiya 150 kesan jî dikin.

Ûber’ê jî parastina xwe bi lêkolîna 150 êrîşên zayendî kir. Li gor lêkolînên berê yên şîrketê, tenê di salên 2019 û 2020’î de, agahiya 3 hezar û 824 bûyerên êrîşên zayendî yên ji aliyê ajokaran ve hatiye dayîn.

Destpêka hefteyê, 124 hezar belge, peyam û pêkanînên navxweyî yên ayîdê salên di navbera 2013 û 2017’an bi rêya çapemeniyê aşkere bûn.

Bi van belgeyan derket holê ku têkiliya siyasetmedaran bi Ûberê re xurt e û wan xwe bi vî awayî ji rê û rêgezên xwecihî yên taybet ji bo ajokaran tên pêkanîn xelas kiriye.