Jinên Ciwan ên Têkoşer şehîdên Başûr bibîr anî

Jinên Ciwan ên Têkoşer li Parka Azadî bi vekirina pêşangeheke ya wêneyan gerîla û têkoşerên şehîd ên Başûrê Kurdistanê bibîr anî.

Di saet 18:00’an Jinên Ciwan ên Têkoşer li Parka Azadî gerîla û têkoşerên şehîd ên Başûrê Kurdistanê bibîr anî.

Di pêşangehê de li ser navê Jinên Ciwan ên Têkoşer daxuyaniyek hate dayîn û hate gotin ku gerîlayên Azadiya Kurdistanê li çiyayên azad li berxwe didin û ji bo gel û welatê xwe rizgar bikin şer dikin.

Di dewama daxuyaniyê de hate diyarkirin ku gerîla ji bo dagirker derbasî xaka Başûrê Kurdistanê nebin, heta dawî bi cesaret û fedekarî li berxwe didin û şehîd dibin.

Xançe Mihamed li pêşangehê axivî û diyar kir ku ev pêşangeh ji bo bîranîna gerîlayên ku bi çekên kîmyewî şehîd bûne û şehîdên Başûr hatiye lidarxistin.

Jina ciwan Xançe Mihemed anî ziman ku ew ê heta dawî piştevaniya gerîla bikin û çalakiyên xwe bidomînin.