Meclisa Jinan a HDP’ê dîsa civiya: Careke din Başaran hat hilbijartin

Di civîna Meclisa Jinan a HDP’ê de dubare Ayşe Acar Başaran ji bo berdevktiyê hat hilbijartin.

Meclisa Jinan a HDP’ê piştî kongreya 5’emîn a HDP’ê cara destpêkê civiya. Civîna jinan ku têde polîtîka û xeta têkoşînê ya serdema nû hat nîqaşkirin bi dawî bû. Di nîqaşê de pêvajoya siyasî hat nirxandin, her wiha tecrîda li Tirkiyeyê jî hat gutûbêjkirin. Di civînê de bal hat kişandin li ser girîngiya piştevaniya jinan a gerdûnî.

Her wiha biryar hat girtin ku Berdevktiya Meclisa Jinan dîsa bi Parlamentera Êlihê Ayşe Acar Başaran berdewam bike. Endamên Koordînasyona Jinan jî piştî hevberdevkên komîsyonê diyar bibin, wê werin eşkerekirin.