Li Silêmanî ji bo Şoreşa Rojava semînarek hat dayin

Nûnertiya Kongra Star a Başûrê Kurdistanê li bajarê Silêmanî bi boneya 19’ê Tîrmehê Şoreşa Rojavayê Kurdistanê semînarek lidar xist.

Di saetên êvarê de Nûnertiya Kongreya Star a Başûr li ofîsa xwe ya Silêmaniyê bi boneya 11’emîn salvegera şoreşa Rojavayê Kurdistanê (19’ê Tîrmeh) semînerek lidarxist.

Di semînera ku gelek jin têde amadebûn, bi deqeyek rêzgirtina ji bo şehîdan destpêkir. Piştre peyama Kongreya Star ji aliyê Silava Silêman ve hat xwendin. Di peyamê de hat gotin, “Em dizanin sînorên çêkirî nikarin bandorê li ser dil û mejiyê me bike. Hûn kesayet û jinên Kurdistanê ne, ji bona wê li her cihek êşek hebe dilê we diêşe. Li her cihek êrîş hebe hûn xwedî helwestin.  Li her cihek berxwedan bi pêşkeve hun dengê têkoşînê bilind dikin. Ev jî helwestek netewî ye.”

Piştre Nûnera Kongreya Star Lêman Şiwêş jî axivî û got, “Di şoreşa 19’ê Tîrmehê de bingehê rêxistinbûna jina Kurd hebû. Ji bo bidestxistina azadî û mafên xwe şoreş li ser wî bingehî çêbû ku armanca wê serketina îradeya jin û gelê Kurd bû. Cûdahiya şoreşa Rojavayê Kurdistanê ligel hemû şoreşên din ewe ku jin di Şoreşa Rojava de nûnertiyê dikin. Ji berku şoreşa Rojava şoreşa jinê bû. Li beramberî hêzek tundrew wek DAÎŞ’ê têkoşîn û berxwedaniyek bê hempa hat kirin. Ev yek jî bi îradeya jina azad pêkhat. Yek ji serkeftinan jî rakêşana bala cîhanê ya ji bo têkoşîna jina Kurd bû.”

Piştî axaftinan têkildarî têkoşîna jinên Rojavayê Kurdistanê sînevizyonek hat nîşandan û jinên tevlê semînerê bûn jî li nûnertiya Kongreya Star pîrozbahî kirin.