Pirtûka ‘Mujer Vida Libertad’ li Emerîkaya Latîn gihîşt ber destê xwendevanan

Di fûara pêncemîn a ji aliyê kolektîva bi navê Desde El Margen li Ekvadorê hat organîzekirin de, danesîna pirtûka bi navê ‘Mujer Vida Libertad’ a ji aliyê Enstîtuya Andrea Wolfê ve hatiye amadekirin, hat kirin.

Desde El Margen, tê wateya ‘Ji kêlekê ve’. Pirtûk li ser pêkhateyên civakî yên li Emerîkaya Latîn e ku tên biwêdekirin û derveyî hêzên desthilatdariyê dimînin. Kolektîv hêjayê navê pirtûkê, li ser rewşa girtiyên li Emerîkaya Latîn disekine. Di salekê de li Ekvatorê 380 girtiyan jiyana xwe ji dest da.

Mijara îsal a fûara pirtûkan a ji sala 2017’an ve tê organîzekirin, rewşa nebaş a di zindanan de ye. Fûar li Muzeya Bajar a Quitoyê ye. Wê ji 13’ê Tîrmehê heta bi 17’ê Tîrmehê vekirî be.

Mêvanên fûara îsal a bi temaya ‘’Jiyaneke bê zindan dibe?’’ tê kirin, kolektîfên ji bo piştevaniya girtiyan li Kolombiya, Arjantîn û Ekvadorê hatine avakirin, Kongreya Neteweyî ya Gelên Xwemal ên Ekvadorê CONAIE û Nûneriya Tevgera Jinên Kurd û endamên Akademiya Jineolojiyê ne.

Nivîskar Raul Zibechi û nivîskarê Kolombiyayî Umberto Cardenas Motta jî mêvanên fûarê ne.

Bi saya fûarê, pirtûka bi navê ‘Mujer Vida Libertad a ji aliyê Enstîtuya Andrea Wolf ve hatiye amadekirin gihîşt ber destê xwendevanan. Di fûara pirtûkan de, broşurên li ser biyografiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, jineolojî Tevgera Jinên Kurd jî hene. Li fûarê, bi armanca derxistina PKK’ê ji nav lîsteyên qedexekirî, standa îmzeyan jî hat danîn.

Di roja ewil a fûarê de, semînera bi navê ‘Ekvador: Nijadperestî, sûcdarkirina xizaniyê û qetilamên di zindanan de hat lidarxistin. Malbatên girtiyan û nûnerên kolektîfên li ser van mijaran têdikoşin tev li semînerê bûn.

Apawqi Castro yê bi nav û deng ê CONAIE’yê axivî. Castro, îşaret bi wê yekê kir ku gelên tev li serhildana li dijî xizanî û betaliyê ya serê meha Hezîranê bûne hatine krîmînalîzekirin.  

Di Semînerê de di axaftinên li ser navê civakên ku weke Afro Emerîkan tên bi navkirin hatin kirin de, bal kişandin li ser krîmînalîzasyona ku civakên reşik ên li Latîn Emerîkayê ku bi sed salan dijîn.

Di roja duyem a fûara pirtûkê de, merasima destpêkê jî li ser danasîna pirtûka Mûjer Vîda Lîbertad bû. Derbarê berxwedana 14’ê Tîrmehê agahiyên kurt hatin dayîn û deqeyek rêz hat girtin. Piştre Endama Akademiya Jineolojiyê Delal Amargî derbarê naverok û pêvajoya amadekirina pirtûkê agahî da. Amargî bal kişand ku ji bo hemû parçeyên ku têkildarî tecrubeya Tevgera Jinên Kurd, pirtûk girînge.

Di dema merasimê de ji bo ku PKK ji lîsteyên qedexe bê derxistin, bang jî hatin kirin.

Merasima duyemîn jî li dêra ku di nava muzeyê de cih digre, hat lidarxistin. Di semînera ku bi temaya “Edaletek cuda: Ma jiyanek bê girtîgeh pêkan e” hat kirin de Endama kolektîfa ku ji Kolombiyayê li dijî sîstema cezayê têdikoşe Dîana Restrepo, endamê kolektîfa bi navê Yo no Fûî (Ne ez bûm), endamên Mûjeres De Frente Elîzabeth Pîno û Andrea Agûîrre û endama Akademiya Jineolojiyê Zîlan Diyar axivîn.

Di axaftinan de hat balkişandin ku danasîna pirtûka Suç ve Ceza (Sûç û Ceza) li gorî berjewendiyên desthilatdariyê hatiye kirin û hate gotin ku Tevgera Jinên Kurd têgeha edaletê çawa dest digirin. Di axaftinên ji aliyê Akademiya Jineolojiyê ve hatin kirin de hat destnîşan kirin ku mêtingeriya Tirk bi rojane civaka Kurd ji têgeha edaletê dûr dixe û heta ku civaka exlaqî û polîtîk a ku jin pêşengiyê dike ava neke, edaletek mayînde pêk nayê.