Li nêzî kampek a Dêrazorê cenazeyê rojnamevaneke jin hat dîtin

Li nêzî kampa bajarokê Mihêmîd a Dêrazorê cenazeyê endmeke ragihandinê ya Komîteya Jinan a Meclisa Sivîl Menal Salih El-Mizel ku hatibû qetilkirin hat dîtin. Hêzên Ewlekariya Hundirîn têkildarê bûyerê lêpirsîn dan destpêkirin.

Rojnamevana Komîteya Jinan a Meclisa Sivîl a Dêrazorê Menal Salih El-Mizel (22) hat qetilkirin.

Cenazeyê Menal di maleke kavilbûyî ya li nêzî kampa bajarokê Mihêmîd ê rojavayê Dêrazorê de bi awayeke serjêkirî hate dîtin. Heta niha nayê zanîn bê bûyer çawa qewimî ye.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn lêpirsîn dan destpêkirin.

Menal ji gundê Cewala yê Dêrazorê yê di bin serweriya hikumeta Şamê de koçber bûye.