JIN
Hemû Nûçe
-
'Erka min e ku hêjayî keça xwe bim'
Gulistan Ezîz ragihand, ku ew serbilinde ji ber ku keça wê Dilvîn li Serêkaniyê di berxwedana dijî dagirkeriya Tirk de şehîd bû û got, wezîfeya wê ye ku hêjayî keça xwe be. -
Erzîncan: Rizgariya jinê bi berxwedan û avakirinê dibe
Endama Koordînasyona KJK'ê Besê Erzîncan destnîşan kir, ku jin bi bendemayin an jî tenê bi nerazîbûnê nikarin rizgar bibinn. Erzîncan got, jin tenê bi afirandina alternatîfê dikarin rizgar bibin. -
Li Baglarê cenazeyê jinekê hate dîtin
Li navçeya Baglar a Amedê Handan Altûntaş bi rengekî gumanbar jiyana xwe ji dest da. -
Bûldan: Di tûrikê jinan de têkçûn nîne, berxwedan heye
Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan got, "Di tûrikê jinan de têkçûn nîne, berxwedan heye." Bûldan destnîşan kir ku jinedîtina rola Ocalan kir ku ev welat gelek tiştan winda bike. -
'Di nava refên gerîla de min îradeya xwe nas kir'
Ji gerîlayên YJA Starê Rojyar Firat Çektar anî ziman ku li nava refên gerîla her jin îradeya xwe nas dike û hîn dibe ku di nava her şert û mercên zehmet de têbikoşe. -
'Azadiya Kurdan bi yekîtiya neteweyî dibe'
Rojnamevan û siyasetmedarên jin destnîşan kirin ku yekîtiya neteweyî ya gelê Kurd divê tavilê pêk were û gotin, azadî bêyî yekîtiyê nabe. -
Li Bernê şehîd hatin bibîranîn
Li bajarê Bern yê Swîsreyê gerîlayên HPG û YJA-Starê ku di demên cûda û cihên cûda yê Kurdistanê şehîd bûbûn, bi merasîmekê hatin bibîranîn. -
Yekîtiya jinên Kurd wê bibe wesîleya yekîtiya gelê Kurd
Jin bi wesîleya salvegera damezrandina Platforma Jinên Kurd a Yekbûyî li hev kom bûn û gotin, yekîtiya jinên Kurd wê bibe wesîleya yekîtiya gelê Kurd. -
KBDH tevgera Las Tesîs silav kir
Tevgera Şoreşger a Yekbûyî ya Jinan (KBDH) tevgera Las Tesîs silav kir ku li dijî sîstema baviksalarî li Şîlî dest pê kir û li dinyayê belav bû. -
'Êrişên li dijî Rojava êrişên li dijî azadiya jinê li tevahiya dinyayê ye'
Parêzvanên mafên jinan ên femînîst ên ji welatên cuda yên dinyayê, zanyar û aktîvîstan destnîşan kirin ku parastina Şoreşa Rojava ji bo paşeroja herêmê û mirovahiyê girînge. -
KJK: Tenduristî û ewlekariya Rêbertî di rewşeke metirsîdar de ye
Koordînasyona KJK'ê: Rêber Apo di nava şert û mercên bi rêk û pêk ên êşkenceyê de ye. Tenduristî û ewlekariya wî di nava metirsiyeke mezin û rîskê de ye. Dewleta li hemberî me ne wijdanê, ne exlaqê ne jî hiqûqê nas dike. -
Dayikên Şemiyê ji bo yên JÎTEM’ê qetil kirin hatin ba hev
Dayikên Şemiyê ji bo 7 kesên 4 jê li navçeya Kerboran a Mêrdînê ji aliyê JÎTEM’ê ve hatin destgîrkirin û qetilkirin, edalet xwestin. -
KJK: Ji Meraşê heta bi Roboskî divê em rêxistiniya êşa xwe bikin
KJK'ê têkilî salvegera Komkujiya Meraşê daxuyanî da û got, ''Êş dema ku vegeguhere ser hêzên bimane ye. Divê em bi hişmendiyeke ku rêxistiniya êşê dikin nêzîkatî lê bikin.'' -
Jinên Emerîkaya Latîn: Pêwîstiya me bi hevparkirina têkoşînê heye
Li Berlînê li gel jinên Emerîkaya Latîn di civîneke de li ser Jineolojî û Pêşniyarên Tevgera Jinên Kurd a li ser Konfederaslîzma Demokratîk a Gerdûnî ya Jinan nirxandin hatin kirin. -
Banga ji bo xwedîderketinê: Rojava sembola hêviyê ye -NÛ BÛ
Parêzvanên mafên jinan ên femînîst, zanyar û aktîvîst ku ji welatên cuda yên dinyayê li hev kom bûn, diyar kirin ku Şoreşa Rojava hêviyeke ji bo tevahiya dinyayê û bang kirin, ku dagirkeriya dewleta Tirk bê rawestandin. -
TAJÊ: Azadiya Rêber Apo azadiya civak û azadiya jin e
Tevgera Azadiya Jinên Êzîdî TAJÊ bi boneya tecrîda girankiriya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan daxuyaniyeke nivîskî weşand û bang kir dakevin qadan. -
Taşdemîr: AKP wê ji sûcê li hemberî mirovatiyê were darizandin
Berdevka Meclîsa Jinan a HDP’ê Dîlan Dirayet Taşdemîr diyar kir ku AKP li bajarên Kurdan sûcê li dijî mirovayetiyê kiriye û divê were darizandin. -
Li Meksîkayê li barekê 4 jin hatin qetilkirin
Li Meksîkayê li bajarê Cîûdad Jûarezê çar jinên ku di barekê de dixebitîn ji aliyê du kesên çekdar ve hatin qetilkirin. -
Çalakvana jin a Şabadî ji aliyê hêzekî nenas ve hate destgîrkirin
Hêzekî ewlekariya Rejîma Îranê ya ku rûyê wan girtî avêtin ser mala jinekî çalakvan a bajarê Şabad a Rojhilatê Kurdistanê û wê destgîrkirin. -
Jinên ku gotin,'ji qeyûm re na' têne darizandin
Doza jinên ku li dijî dagirkeriya qeyûm derketin wê Çarşemê çêbibe. Saziyan bang kir ku her kes tevlî danişînê bibe. -
Li Amedê şîddet li 838 jinan hate kirin, 3 jin hatin qetilkirin
Tora Têkoşîna Li Dijî Şîddetê diyar kir ku di 5 mehên dawîn de li Amedê şîddet li 838 jinan hatiye kirin û 3 jin hatine qetilkirin. -
Zeynep Boga ya HDP’î hate destgîrkirin
Endama Meclîsa Jinan a HDP’ê û PM’ê Zeynep Boga hate destgîrkirin. -
Jinan li Beşîktaşê bi dansê tundiya mêran protesto kirin
Li Beşîktaşê jin li hev civiyan, tundiya mêran-dewletê bi performansa dansê protesto kirin. -
Ozyildirim: Jiyana min ne ewle ye
Endama HDP'ê Seven Ozyildirim ku dayika çar zarokan e, polîsan bang lê kirin û li qereqolê gef lê xwarin, bi devkî tacîz kirin û xwestin wê bikin sîxur. Ozyildirim got, jiyana wê ne ewle ye. -
Meclîsa Jinan a HDP: Di nava 11 mehan de 305 jin hate qetilkirin
Meclîsa Jinan a HDP’ê daxuyakirin ku zilaman di nava 11 mehan de 305 jin kuştine û destnîşan kir, "Di aliyê mafên mirovan de krîz heye."