Taşdemîr: AKP wê ji sûcê li hemberî mirovatiyê were darizandin

Berdevka Meclîsa Jinan a HDP’ê Dîlan Dirayet Taşdemîr diyar kir ku AKP li bajarên Kurdan sûcê li dijî mirovayetiyê kiriye û divê were darizandin.

Berdevka Meclîsa Jinan a HDP’ê Dîlan Dîrayet Taşdemîr li navenda giştî ya partiya xwe civîna çapemeniyê li dar xist û mijdarên di rojevê de nirxand.

Taşdemîr da zanîn ku salvegera koça dawî ya hunermenda kurd Eyşe Şan e û got: “Tevahiya jiyana wê di têkoşînê de derbas bû. Li aliyekî li dijî pergala serdest a zilam û li aliyekî jî li dijî pişaftinê têkoşiya. Gelek berhemên giranbiha li pey xwe hişt. Îro salvegera 23’yemîn a koça wê dawî ye. Em carek din wê bi bîr tînin.”

Taşdemîr têkildarî salvegera qedexeyên derketin derve yên li bajarên herêmê wiha got: “Di 16’ê Tebaxa 2015’an de li Gimgima Mûşê Ekîn Wan hat înfazkirin û dorpêça bi teşhîrkirina bedena wê dest pê kir. Di qedexeyên derketina derve de hovîtî û bêhiqûqî pêk hat. Ji pitikên sê mehî heta kal û pîrên 80 salî bi sedan însan hatin qetilkirin. Bi deh hezaran însan ji warê xwe bûn û ketin ser rêya koçberiyê. Hêj malbat li cenazeyên xwe digerin. Ev hovîtî li ber çavê hemû dinyayê pêk hat. Em hemû şahidên wê demê ne û di bîra me de ye.”

Taşdemîr diyar kir ku ew li benda saziyên navnetewî ne ku, qewimandinên di serdema qedexeyên derketin derve de pêk hatin derxin holê û got: “Çawa ku komkujiyên li Guernica, Srebrenitsa û Darfur di bîra mirovahiyê de hatine lanetkirin û her çiqas demek dirêj di ser de derbas bûbe jî kujerên wê hatine darizandin, wê yên li Şirnex, Sûr, Cizîr û Nisêbînê sûcên li dijî mirovahiyê pêk anîn jî wê werin darizandin.”

Taşdemîr anî ziman ku piştî civîna Desteya Ewlehiya Neteweyî (MGK) a d 2014’an de biryara Plana Têkbirinê xistin dewrê hêj di meriyetê de ye û ji wê rojê ve tunekirina îradeya gelê Kurd û nasnameya gelê Kurd di rojevê û dewrê de ye.

Taşdemîr di dewama axaftina xwe de bal kişand hovîtiya li ser gelê Kurd pêk tê û têkoşînan û berxwedana li dijî tayînkirina qeyûman û têkoşîna jinan û got wê gelê Kurd tu carî serê xwe netewîne.