Bûldan: Di tûrikê jinan de têkçûn nîne, berxwedan heye

Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan got, "Di tûrikê jinan de têkçûn nîne, berxwedan heye." Bûldan destnîşan kir ku jinedîtina rola Ocalan kir ku ev welat gelek tiştan winda bike.

Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan di civîna Meclîsa Jinan a partiya xwe de axivî.

Bûldan bi bîr xist ku hefteya derbasbûyî salvegera serdema tarî bû ku bi qedexeyên derketina derve hovîtî hate kirin û got, "Di vê dema tarî de tevî sûcên li dijî mirovahiyê êrişeke mezin li dijî jinê û bedena jinê hate kirin. Di van komkujiyan de bi giştî 2 hezar 500 kes hatin qetilkirin ku 108 ji wan zarok û 107 jî jin bûn. Demeke giran bû û pêvajoyeke bi êş bû. Bila rehma xwedê li Dayika Taybet be ku cenazeyê wê 7 roj û 7 şevan li naverastê hate hiştin, rehma xwedê li Cemîle be ku cenazeyê wê ji neçarî di sarincê de hate hiştin, rehma xwedî li Mîray a 3 mehî be ku dema li dora sifreyê bû ji ber bombeya tankê jiyana xwe ji dest da û rehma xwedê li hevrêyên wan hemûyan be yên jiyana xwe ji dest dan. Bi êşeke giran em wan careke din bi bîr tînin. Kedkarên têkoşîna jinê Sêvê Demîr, Asya Yuksel, Pakîze Nayir û gelek hevalên me yên jin ên wê demê hatin qetilkirin bi rêz bi bîr tînim."

'WÊ JI WAN RE NEMÎNE'

Bûldan destnîşan kir ku heta têkoşîna bi biryar a jinan hebe wê zilm ti carî ji zaliman re nemîne û got, "Em baş zanin ku rêya me dirêje, têkoşîna me bi biryare. Bi taybetî êriş, zext, tundî, mêtingerî û komkujî li dijî jinê dewam dikin. Di kar û raporên heta niha de eşkere bû ku di dema desthilatdariya AKP'ê de tundiya li dijî jinê qet neqediya, berevajî sûc û kuştina li dijî jinê her mezin bûn."

'DIXWAZIN ÎRADEYA JINÊ DESTESER BIKIN'

Bûldan balk işand ser desteserkirina şaredariyan û ragihand ku bi rêya qeyûman dixwazin mafê jinê yê hilbijartinê desteser bikin, destketiyên siyasî yên jinan desteser bikin û bi bîr xist ku li dijî sîstema wan a hevserokatiyê êrişên mezin tên kirin. Bûldan destnîşan kir ku ew vê yekê ti carî qebûl nakin.

'JI BER KU GUH NEDAN OCALAN...'

Bûldan anî ziman ku divê polîtîkayên 'ewlekariyê' yên sedema şer in bên bidawîkirin û got, "Dixwazim vê yekê bêjim; hikumeta AKP'ê ya ku bi betalkirina pêvajoya çareseriyê pesnê xwe dide, divê zanibe ku herî zêde jin êşa felaketên ji ber bidawîkirina pêvajoya çareseriyê dikişînin. Em careke din dixwazin vê yekê bêjin; pirsgirêka herî mezin a welêt û rastiya herî mezin pirsgirêka Kurd û meseleya tecrîdê ye. Birêz Ocalan di navbera salên 2011-2015'an de kete dewrê û hewl da pirsgirêka şer çareser bike. Lê belê bidawîkirina vê pêvajoyê kir ku Tirkiye gelek tiştan winda bike."

'TESLÎMIYET NÎNE, BERXWEDAN HEYE'

Bûldan got, "Di tûrikê me de teslîmiyet û têkçûn nîne. Di tûrikê me de têkoşîn heye, di tûrikê me de berxwedan heye."