Jinan li Beşîktaşê bi dansê tundiya mêran protesto kirin

Li Beşîktaşê jin li hev civiyan, tundiya mêran-dewletê bi performansa dansê protesto kirin.

Piştî Kadikoyê jin li Beşîktaşê li hev civiyan, tundiya mêran-dewletê bi performansa dansa “Las Tesîs” ya bi pêşengiya femînîstên Şilî belavî cihanê bûyî, protesto kirin. Jin li Qada Hayrettîn Barbaros ku ji aliyê polîsan ve hatibû dorpêç kirin li hev civiyan. Jinan bi yek dengî versîyona Tirkî ya strana “Las Tesîs” striyan. Piştî performansa dansê jinan bi hev re govend girtin û dirûşmeyên “Em bêdeng nabin, natirsin, îtat nakin”, “Jin Jiyan Azadî”, “Jin bi hevre bi hêz in” û “Cinayetên jinan polîtîk e” berz kirin.