Li Baglarê cenazeyê jinekê hate dîtin

Li navçeya Baglar a Amedê Handan Altûntaş bi rengekî gumanbar jiyana xwe ji dest da.

Li taxa Mevlana Halît a navçeya Baglarê ya Amedê Handan Altûntaş a 25 salî bi rengekî gumanbar jiyana xwe ji dest da. Altûntaş ku dayika 2 zarokane di êvara 21'ê Kanûnê de hate îdîakirin ku li banyoya mala xwe întixar kiriye. Cenazeyê Altûntaş birin mora nexweşxaneyê.

MIRINA DUYEMÎN A BI GUMAN

Heman rojê li sîteya Guneydogû Yap Kooperatîf a taxa Talaytepe ya navçeya Peyasê jî Bahar Akdemîr a 17 salî bi rengekî gumanbar jiyana xwe ji dest da û cenazeyê wê li pêşiya sîteyê hate dîtin. Hate îdîakirin ku Akdenîr întixar kiriye. Li gorî agahiyan rûyê Akdemîr ji aliyê kûçikan ve hatiye parçekirin.