KBDH tevgera Las Tesîs silav kir

Tevgera Şoreşger a Yekbûyî ya Jinan (KBDH) tevgera Las Tesîs silav kir ku li dijî sîstema baviksalarî li Şîlî dest pê kir û li dinyayê belav bû.

Di daxuyaniya KBDH'ê de hate gotin, "Em di demeke welê de ne ku nîşan dide, têkoşîna yekbûyî ya jinan, piştevaniya jinan xwn nîne, rastî ye. Em li qadên ku baviksalariyê em lê hepis kirine nahilên; li kolanan, li çeperan, li berxwedanê, li bendan deng vedidin. Her ku deng vedidin em azad dibin û her qada ku em xwe digihînin wê deverê azad dikin."

KBDH'ê diyar kir, "Li kîjan devera dinyayê dibe bila bibe, her dirûşm, her çalakiya ku tê kirin me dikin em. Her kesên dadikevin kolanan, her dirûşma li dijî baviksalariyê tê qîrîn, her pankarta tê hildan, her fîşeka tê teqandin, li malê, li kolanan, li febrîqeyan, li girtîgehan, li eniyan, li qadên azad rewşa berbiçav a têkoşîna yekbûyî ya jinan hemûyan nîşan didin.

Em li gel wan hevrêyên xwe ne ku niha li kolanan dansê dikin ku ev jî şêweyekî raperînê ye, bi navê rêxistinên jinan ên yekbûyî em dibêjin ku em li gel we ne û strana we bi dengê her fîşekê û bi we re dibêjin, em bi govenda xwe tevlî dansa we ya li dijî baviksalariyê dibin.

Em li çalakiyên li dijî destavêtin û komkujiyan dibin xwedî ku li Şîlî bi çalakiya dansê ya kolektîfa Las Tesîsê dest pê kir û li dinyayê belav bû. Em karê we li her qadê silav dikin."

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku bi navê KBDH'ê ji Şîlî heta Bolîvyayê ji Îranê heta Tirkiyeyê ji Kurdistanê heta Hindistanê ew ji têkoşînê hemûyan hêzê werdigirin.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Li dijî sîstema kapîtalîst a baviksalarî em ê bi dans, dirûşm, piştevanî û çeka xwe bibin bersiv."