Jinên Emerîkaya Latîn: Pêwîstiya me bi hevparkirina têkoşînê heye

Li Berlînê li gel jinên Emerîkaya Latîn di civîneke de li ser Jineolojî û Pêşniyarên Tevgera Jinên Kurd a li ser Konfederaslîzma Demokratîk a Gerdûnî ya Jinan nirxandin hatin kirin.

Jinên Emerîkaya Latîn di semînerê de li ser rewşa jinên Emerîkaya Latîn û bi taybet rewşa li Şîliyê gotûbêjin kûr kirin. Endama Komîteya Jineolojî ya Ewropa jî di civînê de amade bû tevlî gotûbêjan bû.

Ji 9 welatên weke Kolombiya, Venezûela, Nîgaragûwa, Ekvator, Şîlî, Aragoy a Spanya, Bask û Kurdistanê jin tevlî civînê bûn.

Di civîna du rojan dom kir de, nirxandinên kûr li ser Jineolojî û pêwîstiyên lezgîn, navîn û dirêj hatin kirin. Di nirxandinan de yek ji xala herî zêde derket pêş yekkirina têkoşîna jinên Kurd û jinên Emerîkaya Latîn bû.

Jinên ku tevlî civînê bûn anî ziman ku ew hemû dagikerî û talankirina xweza, serçaweyên ser erd û binerd ên çi li Kurdistan û welatên wan pêk tên, dîsa koçberî û tundiya li jinan, di kesayeta jin de li ser hemû civakê tê kirin. Ev jî bingehê têkoşîna hevpar bi xwe re tîne.

Di mijara pêşnûmeya Tevgera Jinên Kurd a li ser Konfederalîzma Demokratîk a Jinê ya Gerdûnî jî, jinên Emerîkaya Latîn vê yekê weke çareseriya hemû pirsgirêkên civakê û bi taybet jî ya hemû jinan girtin de, weke manîfestoyekê nirxandin.

Jinên Emerîka Latîn jî gotin: ”Em ji ber dîktatoriyê berê xwe da vir, lê li vir jî bi rengekî din mirovan qetil dikin. Ji bo rizgarbûna ji vê devê em têkoşînê hevpar bikin.

Di dawiyê de jinên Emerîkaya Latîn biryar girtin ku komeke ava bikin û bi hev re piştevaniya Emerîka Latîn-Kurdistanê li Berlînê ava bikin.