Li Amedê şîddet li 838 jinan hate kirin, 3 jin hatin qetilkirin

Tora Têkoşîna Li Dijî Şîddetê diyar kir ku di 5 mehên dawîn de li Amedê şîddet li 838 jinan hatiye kirin û 3 jin hatine qetilkirin.

Tora Têkoşîna Li Dijî Şîddetê ya Amedê rapora şîddeta li ser jinê ya 5 mehên dawîn li Şaxa ÎHD’ê eşkere kir. Parlementerên HDP’ê Remziye Tosûn, Dêrsim Dag û Endama Damezirîner a Komeleya Jinan a Rosayê Ayla Akat Ata û gelek jin tevlê bûn.

Endama Tora Têkoşîna Li Dijî Şîddetê parêzer Oyku Çakmak rapora di navbera 1’ê Tîrmehê û 10’ê Kanûna 2019’an de xwend.

BÎLANÇO

Çakmak diyar kir ku di 5 mehên dawîn de ji Amed û navçeyên wê 838 jinan serî li Tora Têkoşîna Li Dijî Şîddetê dane. Çakmak diyar kir ku mêran şîddetên cihê li jinan kirine û got ku “85 ji sedê jinan şîddeta psîkolojîk a sîstematîk li wan tê kirin. Me di rapora xwe de diyar nekiriye lê 97 zarok jî şîdeta zayendî li wan hatiye kirin”

DI 5 MEHAN DE 3 JIN HATIN QETILKIRIN

Çakmak bal kişand ser vî tiştî ku di 5 mehên dawîn de li Amedê 3 jin ji aliyê mêran ve hatine qetilkirin û gelek jinan jî xwe kuştine. Çakmak bal kişand ser vî tiştî ku divê bi aliyê civakî û edlî li ser xwekuştinên jinan were rawestandin.

Çakmak diyar kir ku di 5 mehên dawîn de 62 jinan jî serî li wan dane û wan piştgirî dane jinan.