Ozyildirim: Jiyana min ne ewle ye

Endama HDP'ê Seven Ozyildirim ku dayika çar zarokan e, polîsan bang lê kirin û li qereqolê gef lê xwarin, bi devkî tacîz kirin û xwestin wê bikin sîxur. Ozyildirim got, jiyana wê ne ewle ye.

Operasyonên desthilatdariyê yên ji bo krîmînalîzekirina HDP'ê dewam dikin. Tevî desteserkirina şaredariyan û pêleke meizn a girtinê, her wiha ji bo tepisandinê li dijî endam û rêveberên HDP'ê polîtîkaya sîxurkirinê tê meşandin.

Yek ji endamên HDP'ê ku gef lê hate xwarin û sîxurî lê hate ferzkirin Seven Ozyildirim e. Ozyildirim ji ANF'ê re axivî.

KURÊ WÊ KIRIN BAHANE Û BANG LÊ KIRIN

Ozyildirim ku li taxa Gulsûyû ya Maltepeyê dimîne bûyera ku di 26'ê Cotmeha 2019'an de bi serê wê ve hat vegot: "Sibehê saet 10:00 telefon kirin. Kesê ku geriya xwe weke komîser Ahmet da naskirin û ji min re got, ji bo îfadeyê divê biçim Navenda Polîsan a Cûmhûriyetê ya li Gulsûyû ya Maltepeyê. Dema ku min ji wan re got divê biçim kurê xwe ji dibistanê werbigirim, lewma dikarim sibe bêm, gotin ku divê di nava nîv saetê de li qereqolê bim. Dema ku min ji wan pirsî ku mijara îfadeyê çi ye, gotin 'şerê kurê min Ferhat ê li qada gogê ye'. Wê demê ji ber ku hevserê min girtî bû ez tevî cîranê xwe çûm."

'MIN XISTIN ODEYA BÊ KAMERA Û LI KEÇA MIN PIRSÎN'

Ozyildirim bi dewamî got, "Dema ku em gihîştin qereqolê min telefona xwe da cîranê xwe û jê re got, eger di nava deh deqeyan de dernekevim hingî bila li parêzerê min bigere û ketim hundir. Min ji polîsê li wir re got 'divê îfadeyê bidim' wî jî yekser ji min re got 'Seven?' biçe jor. Polîsekî bi unîforma da pêşiya min û min li pişt xwe temaşe kir pênc polîsên tên. Ez ketim nava tirs û fikaran lewma min pişta xwe spart dîwar û ji wan pirsî ku çi diqewime. Wan jî gotin, 'bimeşe, bimeşe'. Ez birin odeyeke ku kameraya wê nîne. Polîsekî sivîl li ber derî rawestiya bûn, çar polîs jî ez birin odeyê. Li keça min Berfîn pirs kirin, gotin 'Berfîn li ku ye?' Min jî ji wan re got ku keça min beriya sê salan reviya, nizanim li ku ye. Min got, bi ciwanekî ji Qersê reviya, dema ku min ev bihîst min ji şûbeya zarokan ragihandi ku winda ye. Wan jî pirsîn ku di demeke nêz de wêne jê re hatiye yan na. Min jî got, na. Sê wêne nîşanî min dan û îdîa kirin ku keça min li çiyê ye. Dema ku min ji wan re got, wêne fotomontaj in, bi hêrs bûn. Min ji wan re got ku di vê der barê de agahiya min nîne. Vê carê li hevserê min ê li girtîgehê û hevalên wî pirsîn. Min jî nerazîbûn nîşanî wan da û got ku hevserê min bi rengekî nehiqûqî hatiye girtin. Pirsîn 'Hevserê te keça te şand çiyê?' Min jî got, na. Hingî kulma xwe li masê xist û qir qareqar û got, 'Tu çima tiştekî nizane?'"

PÊŞNIYARA BÊEXLAQ

Ozyildirim anî ziman ku destpêkê pirsa "êzing û komira min heye yan na' kirin û got, "Tu ji me re bibe alîkar, em ê pêwîstiyên te pêk bînin. Hevserê te 11 meh in girtî ye, jinek li Stenbolê çawa dikare bi tena serê xwe li ser piyan bimîne? Şensê te heye. Tu jineke bedewe. Em bi hev re biçin xwarinê bixwin? Kes me nabîne. Ez nebim jî ev heval jî heye. Tu dikare bi wî re biçe. Dema ku min ev bihîst bi hêrs bûm û min bi bîra wan xist ku dayik û xwişkên wan jî hene û ji bo biçim rabûm ser xwe.

'NAVÊ MIN WEKE KEKÊ MIN QEYD BIKE'

Ew polîs careke din axivî û got, biçim avahiya HDP'ê ku sê sal im neçûme, tiştên li wir tên axaftin ji wan re ragihînim. Ji min re got, 'Vê qebûl bike, wê hevserê te jî derkeve. Tu naxwaze ku zarokên te li dibistaneke taybet bixwîne? Em ji te re xanî jî bikirin. Nexweşek te jî li malê heye tu naxwaze ku li nexweşxaneyeke taybet bê tedawîkirin? Ev nûmara min a telefonê ye, tu dikare weke kekê min qeyd bike. Eger êzing, komira te biqede dikarî li min bigere. Baş li vê bifikire, ev ji bo te şenseke'. Dema ku ji odeyê derketim gef li min xwarin ku divê ji kesî re qala tiştekî nekim. Gef xwarin û gotin, 'Divê hevserê te jî tiştên em li vir axivîne nizanibe, naxwe çi biqewime wê berpirsyar ne em bin. Dûa bike ku tu jine, tu mêr bûya wê rewş cûda bûya."

'TIŞTEKÎ NEYÎNÎ BÊ SERÊ ME WÊ DEWLET BERPIRSYAR BE'

Ozyildirim anî ziman ku dema ji qereqolê derket yekser bi parêzerê xwe re axivî, rewş jê re ragihand û wê gilî bike.

Ozyildirim destnîşan kir ku ne jiyana wê ne jî ya hevserê wê ewle nînin û ragihand, ku ew bi tirse ku di her kêliyê de tiştekî bi serê hevserê wê yan jî zarokên wê bînin û got, eger tiştekî neyînî bi serê wan ve bê wê dewlet berpirsyar be.