'Di nava refên gerîla de min îradeya xwe nas kir'

Ji gerîlayên YJA Starê Rojyar Firat Çektar anî ziman ku li nava refên gerîla her jin îradeya xwe nas dike û hîn dibe ku di nava her şert û mercên zehmet de têbikoşe.

Gerîlaya YJA Starê Rojyar Firat Çektar anî ziman ku ew gerîlayên jin li dijî qirêjiy asîstemê şer dikin.

Rojyar Firat Çektar anî ziman ku berxwedana YPS'ê ya li dijî siyaseta qirkirinê ya dewleta Tirk bandor li wê kir û bi vê bandorê nexwest ku qîma xwe bi karê dikir bîne, lewma biryar wergirt ku tevlî nava refên gerîla bibe. Çektar anî ziman ku wê hîn bêhtir xwest bixebite. Çektar ragihand ku dema kincên gerîla li xwe kir kete nava hestên cuda û got, "Min ji xwe re got ku divê mirov hêjayî van kincan bin. Destpêkirina jiyaneke nû û lixwekirina kincên gerîla hesteke cuda bû ji bo min. Kelecanî bûm. Min xwe gihandibû hesreta salan. Min dikarîbû êdî tola salan bi xurtî hilînim."

Çektar ragihand ku dema li çiyayên Kurdistanê bû gerîla hîngî baştir fêhm kir ku cografya Kurdistanê her mirovî hembêz dike û her ku li nava xwezayê digere pê re dibe yek û ji nû ve bi jiyanê dihese.

Çektar ragihand ku di nava gerîla de tevî fedakarî, hevrêtî, hişmendiya civakî û piştevaniyê her wiha hezkirina gel û welat xurtir dibe, lpên sîstemê ji holê tên rakirin û got, "Di nava gerîla de tu bi zimanê xwe hînî dîrokî, çand û rastiya xwe dibe. Bi gotinan girîngiya vê yekê nayê vegotin."

Çektar destnîşan kir ku ew li dijî qirêjiya sîstemê şer dikin û got, "Dema ku jin li cewhera xwe vegeriyan tiştek nîne ku nikaribin bikin. Li nava refên gerîla her jin îradeya xwe nas dike û zehmetî û pirsgirêk çi dibin bila bibin hîn dibin ku têbikoşin."