'Azadiya Kurdan bi yekîtiya neteweyî dibe'

Rojnamevan û siyasetmedarên jin destnîşan kirin ku yekîtiya neteweyî ya gelê Kurd divê tavilê pêk were û gotin, azadî bêyî yekîtiyê nabe.

Piştî ku dewleta Tirk li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dest bi êrişê kir, daxwazên ji bo pêk hatina yekîtiya neteweyî ya Kurdan careke din kete rojevê. Rojnamevan û siyasetmedarên jin girîngiya yekîtiya neteweyî nirxandin.

‘ŞERTÊN HEYÎ LI KURDAN YEKITIYÊ FERZ DIKE’

Parlamentera HDP’ê ya Mêrdînê Pero Dundar da zanîn ku şertên heyî li Kurdan yekitiyê ferz dike û wiha axivî: “Berî niha ji bo yekitiya neteweyî xebat hatin meşandin, lê ji ber hinek pirsgirêkan ev xebat hatin rawestandin. Niha xebat dîsan li ser avakirina yekitiyê tên meşandin. Divê Kurd li hemberî êrîşên li dijî nirxên xwe bibin yek. Şertên heyî yekîtiyê li me ferz dikin. Niha li Rojava dagirkerî berdewam dike. Li Başûrê Kurdistanê dagirkerî didome. Tirkiye piştî ku Rojava bi temamî dagir bike wê dest bi dagirkirina Başûr bike. Li ku Kurd hebe êrîşî hebûna Kurdan dikin. Tişta ku niha li Rojava pêk tê komkujî ye. Divê em li dijî komkujiyê bibin yek. Rewşenbîr, hunermend, siyasetmedar û jin bi rojane ji bo yekitiya neteweyî bang dikin û dixwazin yekitiya Kurd were avakirin. Ev bang gelek girîng û bi qîmet in. Yekitî bi partî yan jî saziyekê ava nabe, divê li çar aliyê welat her kes ji bo yekitiya neteweyî bixebite. Ji ber ku îro êrîş li hemberî ne qebûlkirina Kurdan e.”

‘MIJDAR STATUYA KURDAN E’

Dundar anî ziman ku li Kurdistanê êrîş parçe parçe destpê dike û wiha dom kir: “Êrîşên li ser gelê Kurdistanê ne mijarek ji rêzê ye. Mijar ne tenê Rojava, Başûr, Bakur û Rohilat e. Mijar statuya gelê Kurd e, li kû derê statuya Kurdan hebe li wir êrîş pêk tê. Ji bo vê yekê jî divê yekitî pêk bê. Gelê Kurd ji bo yekitiyê amadeye û divê hîn bêhtir zextan li ser partiyên Kurd bikin ji bo avakirina yekitiya neteweyî.”

‘DIVÊ LI DIJÎ ÊRÎŞAN EM BIBIN YEK’

Aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Melek Ruşen jî da zanîn ku yekîtiya Kurdan erka her Kurdî ya dîrokî ye û got: “Em neçarin daxwazên gelê xwe pêk bînin. Divê em li diji van êrîşan bibin yek û helwestek xurt nîşan bidin. Ger ku Kurd yekitiya neteweyî ava nekin, wê sed salên din jî winda bikin. Ji xeynî Yekîtiya Neteweyî pêdiviyên Kurdan ji tiştekî din tune ye. Li Kurdistanê statuya Kurdan tê astengkirin. Ji bo vê yekê jî divê teqez Kurd yekitiya xwe ava bikin.”

‘DIVÊ DAXWAZA JI GEL TÊ BÊ BERSIVANDIN’

Berdevka Platforma Rojnamegerên Jin a Mezopotamya (MKGP) Ayşe Guney jî destnîşan kir ku gelê Kurdistanê di serdem girîng û krîtîk de derbaz dibe û got, li Kurdistanê li ser ziman, çand, nasname û statuya Kurdan êrîş hene û ji bo pêşî li van êrîşan bê girtin divê Kurd yekitiya xwe ava bikin. Guney diyar kir ku divê bi ruhê yekitiyê rewşenbîr, siyasetmedar, hunermend û rojnamevanên Kurd tevbigerin û di vê mijarê de jî rolek girîng dikeve li ser milê wan. Guney bilêv kir ku ew rojnamevanên jin li gorî ruhê pêvajoyê çi dikeve li ser milê wan ew amade ne û ev tişt got: “Têkoşîna li her parçeyê pir girîng e. Divê têkoşîna li her parçeyê ji ya parçeyên din sûd bigire. Dîrokê derfetên mezin afirandine. Ger ku hûn guh nedin bangewaziya dîrokê, dîrok dê we tasfiye bike. Divê daxwaza ji gel tê bê bersivandin. Em jî weke rojnameger di vê ferqê de ne. Em amade ne û divê hemû rojanmegerên Kurd li gorî pêvajoyê tevbigerin.” 

‘DIVÊ KURD YEKITYA XWE AVA BIKIN’

Hevşaredara Farqînê Naşîde Toprak jî anî ziman ku li her deverê li ser destkeftiyên gelê Kurd êrîş hene û ji bo pêşî li van êrîşan bê girtin jî divê Kurd yekitiya xwe ava bikin.

‘YEKITÎ AZADIYA KURDAN E’

Aktîvîsta TJA'yê Ayşe Gokkan jî derbirî ku yekitiya Kurdan, azadiya Kurdane û wiha got: “Ji derveyî yekitiyê azadiya Kurdan ne gengaze. Ji ber ku dewletên dagirker bi parçekirina Kurdan, desthilatdariya xwe ferz kirin. Heke ev parçekirin ranebe, wê azadî jî çênebe. Li seranserî cîhanê gelek şêwazên xwe birêvebirînê hene ji wana, Kanton, Xweserî, Federasyon û Dewlet e. Kurd ji van daxwazan kijanê bixwaze, dagirker êrîşî wan dike. Dagirker Kurdan li hemberî Kurdan bi kar tîne. Heta Kurd li hemberî hevdû werin bikaranîn, dê ne bibin parçeyek wê bibe hezar parçe. Em weke jinên Kurd bang li hemû Kurdan dikin ku em êdî azadiya xwe di yekbûna xwe de dibînin. Ji bo vê yekê divê hemû partî, sazî û dezgehên Kurdistanê bibin yek.”