TAJÊ: Azadiya Rêber Apo azadiya civak û azadiya jin e

Tevgera Azadiya Jinên Êzîdî TAJÊ bi boneya tecrîda girankiriya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan daxuyaniyeke nivîskî weşand û bang kir dakevin qadan.

Tevgera Azadiya Jinên Êzîdî TAJÊ bi boneya tecrîda girankiriya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan daxuyaniyeke nivîskî weşand û bang kir dakevin qadan.

Di daxuyaniyê de ev tişt hate diyarkirin:

“Ev penc sal in ku civaka me a Êzîdî ji milê gerîla û şervanên Rêber Apo ji Fermana 2014’an ve hate rizgarkirin. Piştî rizgarkirinê bi fikir û ramanên Rêber Apo me dikarî gavên mezin ji bo avakirina civakeke demokratîk biavejin. Bi saya felsefeya wî, em jin em dikarin, xwe bi rêxistin bikin û sazî û hêzên parastina civaka xwe ava bikin. Li ser fikra jina azad cara 1’emîn di dîroka Ezdayetî de me pêşketinên dîrokî afirand. Bi saya heman fikrî de, jina Êzidî ji bo hemû jinên cîhanê bû hêz û sembola vîna azad. Li ser vî bingehî me dikarî Tevgera Azadiya Jinên Êzidî ava bikin.

Li ser vî esasî Rêber Apo ji bo hemû jinên Êzidî çavkaniya civaka azad e, çavkaniya Jina azad e û hêza çareseriya hemû pirsgirêkan e. Em di we baweriyê de ne ku bi fikir û ramanên Rêber Apo şer û kaosa ku di roja me a îro li ser axa Rojhilata Navîn tê jiyankirin bê çareserkirin. Ji bo vê jî azadiya Rêber Apo esas e. Lê mixabin, li gor agahiyên dawî, tecrîda girankirî a ku li ser Rêber Apo û her sê hevalên kêleka wî, di meha Cotmehê de bi cezaya dîsîplînê bêtir giran kirin.

Ev kiryarên dawî a dewleta Tirk a faşîst û rejîm Erdogan li dijî hiqûq û mafê mirovan e. Ji bo vê jî, em Tevgera Azadiya Jinên Êzîdî em pêkanîna ve cezayê şermezar dikin û bang li hemû rêxistinên mirovî, dewletên navnetewî û bi taybet hemû rêxistinên jinan dikin ku beramberî van kiryarên bêhiqûqî bê deng nemînin û helwest nîşan bidin.

Azadiya Rêber Apo, azadiya civak û azadiya jin e. Tecrîda li ser Rêber Apo tecrîdkirina civak e û kolekirina jin e. Em Tevgera Azadiya Jinên Êzîdî em dubare vê tecrîda girankirî şermezar dikin û bang li hemû rêxistinên sosiyalîst, hemû kesên azadîxwas, netewe û civakên demokratîkxwaz, hemû jin û Êzidiyên cîhanê dikin ku ji bo rakirina vê tecrîda girankîri û azadiya Rêber Apo dakevin qadan.”