Li Bernê şehîd hatin bibîranîn

Li bajarê Bern yê Swîsreyê gerîlayên HPG û YJA-Starê ku di demên cûda û cihên cûda yê Kurdistanê şehîd bûbûn, bi merasîmekê hatin bibîranîn.

Endama Komîteya Navendî ya PKK’ê, Konseya Fermandariya YJA-Star û HPG’ê Çîçek Botan (Hacer Kaya) 4’ê Cotmehê li navçeya Pilêmûriyê ya Dersimê, Endama Konseya Rêveber a PKK’ê û Fermandara Qada Botanê Delal Amed (Hulya Eroglû) 11’ê Mijdara 2017’an li Şirnexê, Fermandara YJA-Starê Medya Mawa (Emîne Kaya) 30’ê Îlona 2018’an li Bagokê, Fermandara YJA-Starê Pîroz (Menîce Ogreçî) 27’ê Cotmeha 2017’an li Zapê, Evîn Rizar Amed (Nevîn Gungormuş) 24’ê Îlona 2019’an li Amedê, Fermandara Eyaleta Erziromê Şevîn Bîngol (Hulya Kul) 22’ê Tîrmeha 2019’an li Bîngolê şehîd bûbûn, bi merasîmekê li bajarê Bern yê Swîsreyê hatin bibîranîn.

Merasîm bi deqîqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Merasîm li ser banga Yekîtya Jinên Kurd yên Swîsreyê (YJK-S) bi beşdarbûna sedan Kurdistaniyan li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd ya Bernê hate lidarxistin. Piştre axaftina destpêkê ya ji aliyê Komîteya Malbatên Şehîdan a Swîsreyê ve hate kirin.

Aktivîsta Tevgera Jinên Kurd ên Ewropa (TJK-E Done Guzel axivî û wiha got; “PKK partiya şehîdan e. Berxwedana PKK’ê îro sînroên Kurdistanê derbas kiriye û bûye berxwedana navnetewî. Em soz didin ku ev têkoşîna bi nirx ya şehîdan ji me re hiştî, bi serkeftinê tacîdar bikin.”

Piştre sînevîzyona ku ji nirxandinên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ya têkildarî şehîdan hate nîşandin.

Merasîm bi dirûşmeya “Şehîd Namirin” bi dawî bû.