'Êrişên li dijî Rojava êrişên li dijî azadiya jinê li tevahiya dinyayê ye'

Parêzvanên mafên jinan ên femînîst ên ji welatên cuda yên dinyayê, zanyar û aktîvîstan destnîşan kirin ku parastina Şoreşa Rojava ji bo paşeroja herêmê û mirovahiyê girînge.

Jinên têkoşer ên li DYE, Macaristan, Hirvatistan û Brîtanyayê ragihandin ku ew bi şoreşa Rojava re ne û êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk mehkûm kirin ku di 9'ê Cotmehê de dest pê kirin. Jinan destnîşan kir ku êriş di heman demê de li dijî azadiya jinê ye û gotin, berxwedana jinê ya li Rojava ji bo jinên li dinyayê hemûyan çavkaniya sûdwergirtinê ye.

Zsofîa Adam, Rahîla Gûpta, Anîta Lûnîc, Dr. Johanna Riha û Janet Bîehl ji ANF'ê re axivîn.

Aktîvîsta ji Bûdapeşteyê Zsofîa Adam got, "Em çiyayên Kurdan e" û diyar kir, "Dema ku mirov ji aliyekî din ve li mijarê binerin, hingî dikarin bêjin ku Kurd û Rojava çiyayên me hemûyane. Rojava paşeroja me ye. Li Macaristanê dema ku em piştevaniya xwe nîşan didin em ne tenê li ber qirkirina li gelên li Rojava radibin, di heman demê de em vîzyoneke sîstemeke wekheviya civakî û ekolojîk jî diparêzin."

Adam destnîşan kir ku ew neçar in Rojava biparêzin û got, "Her wiha em neçar in hîn bibin ku welatên me ji aliyê jinên azad ve dikarin bên azadkirin. Ez endameke konseya jinê ya li Macaristanê di nava Tevgera Piştevaniya Rojava de ava bûye û vê konseyê ew (Jinên Rojavayî) ji xwe re kirin mînak. Ez bi xwişkên xwe re me ku di nava YPJ'ê de şer dikin, siyasetê dikin, li ber dagirkeriyê radibin, karên tibî, civakî û sivîl dikin."

Adam anî ziman ku ew hêvî dikin jiyan û aştî li dijî mirinê bên xurtkirin.

Nivîskar, rojnamevan û aktîvîsta mafên jinan a ji Londonê Rahîla Gûpta bi bîr xist, ku di sala 2016'an de wê serdana Rojava kir û got, "Dema ku min dît di nava şert û mercên bêrehm de di nava têkoşîna dijî DAÎŞ'ê de li pişt eniyê şoreşeke jinê şîn dibe, hingî min hewl da ji vê şoreşê re bibim alîkar."

Gûpta destnîşan kir ku bi Rojava re hate dîtin ku dinyayeke cuda pêkane û got, "Berpirsyariya me ya siyasî ye ku em nehêlin tecrûbeya Rojava bi dawî bibe."

Gûpta got, "Hêvî dikim ku paşeroja Kurdan misoger be."

Felsefevan Anîta Lûnîc a ji Zanîngeha Splît a Hirvatîstanê jî got, "Divê em hewl bidin ku bibin çiyayên wan ên ku wan diparêzin. Ji ber ku nirxên me temsîl dikin. Eger niha em li dijî dagirkirina Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dengê xwe bilind nekin, em ê li deverekê bi cih bibin ku jiyana mirovî û nirxên mafên mirovan bi rengekî kêfî tên binpêkirin. Hêvî dikim ku em ê nehêlin ku ev yek pêk were.

Divê em hew bidin bibin çiyayên wan ku ev yek me hemûyan eleqedar dike. Divê em li pêşberî gelê Kurd û her kesên bi wan re li dijî DAÎŞ'ê têkoşiyan û ji bo avakirina herêmê tevgeriyan bi hurmet tevbigerin. Divê em hewl bidin ku bibin çiyayên wan, ji ber ku ew ji bo me hêvî ne."

Dr. Johanna Riha epidemiolog û ji Zanîngeha Cambrîdgeyê ragihand ku kiryarên Tirkiyeyê yên li dijî mirovahiyê yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bandoreke giran li jiyana aştiyane ya herêmê kiriye, bi sed hezaran kes neçar man koç bikin û li dijî mafên mirovan bû sedema hovîtiyekê.

Riha destnîşan kir ku projeya azadiya jinê û demokrasiyê ya li Rojava li dijî tîrantiya li dinyayê û şerên her timî alternatîfeke radîkal pêşkêş dike û got, "Êrişa li dijî projeya xwerêvebirinê ya gelê Kurd di rastiyê de êrişa li dijî paşeroja me hemûyane."

Nivîskar, edîtor û hunermenda grafîkê ya ji Bûrlîngton a DYE'yê Janet Bîehl jî got, "Ya ku bi serê Kurdan, Ereban û Xiristiyanên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hat bêedaletiyeke dîrokî ya mezin û felaketeke. Tiştekî ku vê yekê heq bikin nekirin. Berevajî, QSD di şerê koalîsyona bi pêşengiya DYE'yê de ya li dijî DAÎŞ'ê hevalbendê herî baş bû. Şervanên QSD'ê ne tenê bi bandor bûn, her wiha bi wêrekî û bi rûmet û bi serbilindî şer kirin. Mafê wane ku dinya hemû spasiya wan bike."