Dayikên Şemiyê ji bo yên JÎTEM’ê qetil kirin hatin ba hev

Dayikên Şemiyê ji bo 7 kesên 4 jê li navçeya Kerboran a Mêrdînê ji aliyê JÎTEM’ê ve hatin destgîrkirin û qetilkirin, edalet xwestin.

Dayikên Şemiyê ji bo aqûbeta windayan bipirsin û berpirs bên darizandin di hefteya 769’an de xwestin li Qada Galatasarayê kom bibin û daxuyaniyê bidin çapemeniyê.

Dayikên Şemiyê dîsa ji aliyê polîsan ve hatin astengkirin. Dayikên Şemiyê ku rastî astengiyên polîsan hatin dîsa çûn li kolana pêş avahiya ÎHD'ê daxuyanî dan. Dayikan li ber avahiya ÎHD'ê tîşortên ku wêneyên windayan li ser heye li xwe kirin û qurnefil xistin destê xwe. Di çalakiya îro de aqûbeta kesên li Kerboranê hatin destgîrkirin û windakirin pirsîn. Di navbera 29'ê Cotmeh û 8'ê mijdara 1995'an de li navçeya Kerboranê ya Mêrînê tîmên taybet bi ser malan de girtibûn û Davut Altunkaynakê 12 salî, Seyhan Dogan a 13 salî, Nedim Akyon ê 16 salî, Mehmet Emin Aslan ê 19 salî, Abdurrahman Olcay ê 20 salî, Abdurrahman Coşkun ê 21 salî û Suleyman Seyhan ê 57 salî destgîr kiribûn, revandibûn. Dayikan xwest faîlên wan bên darizandin û cezakirin.

Vê hefteyê xwişka Hasan Ocak Masîde Ocak daxuyanî xwend. Ocak anî ziman ku destgîrkirin û windakirina mafên mirovan li dijî nirxên mirovahniyê ye û sûcê mirovahiyê yê navneteweyî ye. Ocak, da zanîn ku bi rêya hiqûqê destûr nade lêpirsîna vî sûcî bê kirin û dibin şahidê parastina sûc û wiha got: "769 hefte ye em îtiraz dikin ku sûcê windakirina destgîrkirinê bê ceza dimîne. Di 23'ê Kanûnê de dê li 1'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Semsûrê danişîna doza JÎTEM'ê ya Kerboranê bê dîtin. Em dixwazin kesên ev sûc kirine li gorî haqaniyetê bên darizandin û cezakirin." Li Navçeya Kerboranê ya Mêrdînê di serdegirtina malan de, 4 jê zarok, 2 xwendekarên lîse, 2 jin di navde gelek kes hatin destgîrkirin. Kesên hatin destgîrkirin birin Qereqola Jendirmeyan a Kerboranê. Dayika Davut Hayat Altunkaynak, keça Suleyman Seyhan Fehime û keça Seyhan Dogan a 11 salî Haznî piştî hatin destgîrkirin 3 rojan êşkence lê kirin û hatin berdan. Yên hatin destgîrkirin û berdan diyar kirin êşkenceyên giran lê kirin.

Ocak, da zanîn ku ji bo malbat nekevin şopa windayan rastî gefan hatin û wiha lê zêde kir: "Êskence li malbatan kirin. Serlêdana sûc kirin. Lêpirsin bê encam ma. Di 6'ê Adara 1996'an de serê Suleyman Seyhan hat jêkirin û bedena Suleyman Seyhan a hatbû şewitandin, di bîrekê de hat dîtin. Şahidê bûyerê Bilal Batirir ji aliyê tabûra Jendirmeyan a Kerboranê ve hat windakirin. Piştî ÎHD'ê di 29'ê Adara 2009'an de serî li Serdozgeriya Komarê ya Kerboranê da, derket holê ku kesên hatine destgîrkirin di bîrê de veşartine. Di lêkolînên navbera 2012-2013 û 2015'an de hestiyên kesên hatin windakirin hatin dîtin. Derket holê ku kesên hatine windakirin êşkence lê hatin kiri. Di derbarê 18 kesên di nav de Fermandarê Jendirmeyan Hurşit Îmren û Fermandarê Cendirmeyan ê Kerboranê Mehmet Tire jî heye doz hat vekirin.”

Ocak, diyar kir ku zanîn ku herî dawî danişîna dozê di 30'ê Îlonê de hatibû dîtin û wiha got: "Heyeta dadgehê heta niha ji bo bersûcan bibîne û darizîne tiştekî şên ber nekiriye. Wekî dozê JÎTEM'a Kerbarê yên berê niha jî bi destê darazê lêgerîn û hewldana me ya ji bo edaletê tê astengkirin. Em di serî de ji bo Davut Altunkaynak, Seyhan Dogan, Nedim Akyon, Mehmet Emin Aslan, Abdurrahman Olcay, Abdurrahman Coşkun, Suleyman Seyhan û hemû windayan edaletê dixwazin. Em ê lêgerîna edaletê berdewam bikin."

Birayê Davut Altunkaynak ê 4 sal piştî windakirinê ji dayik bû Davut Altunkaynak jî mafê axaftinê girt û got: “Dema ez ji dayik bûm, navê birayê min li min kirin. Ez bi navê birayê xwe serbilind im. Em destûr nadin ku ev doz bê encam bi dawî bibe. Ji bo faîl bên darizandin çi ji destê me bê emê bikin."

Birayê Seyhan Dogan Kadrî Dogan jî wiha got: “Em 20 salan li Seyhan geriyan. Dayika min di sala 2000'an de di salvegera windakirina Seyhan de çû ser dilovaniya xwe. Dayika min beyî hestiyê Seyhanê bibîne jiyana xwe ji dest da. Got dema we hestiyê wê têxin gora min. Me hestiyê Seyhan xist cem gora dayika wê. Em edaletê dixwazin."

Masîde Ocak, jî anî ziman ku di 19-26'ê Kanûna 1978'an de komkujya Mereşê pêk hat. 41 sal derbas bû. Ev komkujî ji aliyê hêzên dewletê ve pêk hat. Li Goristana Şeyh Adil bi komî hatin definkirin. Em di 41'emîn salvegera komkujiya Mereşê de dîsa daxwaza edalet û heqîqedê dubare dikin."