Yekîtiya jinên Kurd wê bibe wesîleya yekîtiya gelê Kurd

Jin bi wesîleya salvegera damezrandina Platforma Jinên Kurd a Yekbûyî li hev kom bûn û gotin, yekîtiya jinên Kurd wê bibe wesîleya yekîtiya gelê Kurd.

Bi wesîleya salvegera damezrandina Platforma Jinên Kurd a Yekbûyî li Amedê resepsiyonek pêk hat. Hevseroka KCD'ê Leyla Guven, Hevseroka DBP'ê Salîha Aydenîz, parlamenterên HDP'ê, Hevseroka ÎHD'ê Eren Keskîn, aktîvîstên TJA'yê, keça Mûsa Anter Rahşan Anter, rêveberên HDP û DBP'ê yên bajar û navçeyan, nûnerên HAK-PAR, Tevgera Azadî, Partiya Azadî, OHD, Platforma Pênûsa Jinên Mezopotamyayê, Meclîsa Dayikên Aştiyê yên Amedê, Şanoya Bajarê Amedê tevlî bûn.

Di destpêka bernameyê de Alîkara Serokê Giştî yê Partiya Azadî û Mirovan Menîce Gulmez axivî. Gulmez got, "Eger yekîtiya malekê hebe dikare bi bajarekî. Eger yekîtiya bajarekî hebe dewlet nikare pê. Eger di nava dewletekê de yekîtî hebe dinya nikare pê. Em hêvî dikin ku yekîtiya jinên Kurd bibe wesîleya yekîtiya gelê Kurd."

Piştre aktîvîsta TJA'yê Ayşe Gokkan axivî û gotina, "Ey Kurdino, bibin yek. Hûn nebin yek, hûn ê herin yek bi yek" a nivîskarê Kurd Cegerxwîn bi bîr xist.

Resepsiyon dewam dike.