'Erka min e ku hêjayî keça xwe bim'

Gulistan Ezîz ragihand, ku ew serbilinde ji ber ku keça wê Dilvîn li Serêkaniyê di berxwedana dijî dagirkeriya Tirk de şehîd bû û got, wezîfeya wê ye ku hêjayî keça xwe be.

Dayika Gulîstan qala berxwedanî û lehengiya keça xwe Dilvîn Qamişlo û bi sedan şervanên berxwedana rûmetê kirin.

Dayika Gulîstan wiha qala keça xwe dike: “Dilvîn keça min bûka Serêkaniyê. Keça min a biçûk bû, ango biçûka xwişk û birayê xwe tevam bû. Dilvîn gelek xwîngermbû û keyfa wê pir ji xwişk û birayê wê re dihat. Yek jî, ji bavê xwe gelek hes dikir. Keça min 8 sal dibistan xwend, di dibistana xwe de jî, jêhatî bû. Her wiha jiyana şervanên ji bo azadiya welatê xwe têdikoşiyan timî bala wê dikşand. Gelek ji şervanan hes dikir û pir dixwest ku bikeve nav jiyana wan. Ji ber hestên xwe yên dayiktiyê min hertim digot; ‘na tu bixwîne, dibistana xwe bi dawî bike û bibe xwedî pîş e. Tu jî bi xwendina xwe şer bike, tenê ne şerê biçek ji me re pêwîst e. Şerê bi ziman jî, ji me re pêwîste. Lê belê keyfa wê pir ji çekê re dihat. Heta carekê çû û tevlî wan bû, lê ji ber kezeba min dişewitî, min nedikarî bê wê jiyan bikim. Ez çû ew anî malê. Lê dema ku cara duyem çû min ji xwe re got daxwaza wê ye, bila biçe tevlî nav refên YPJ’ê bibe.

Keça min Dilvîn ji govend girtinê û ji şahiyan pir hez dikir. Pir cara em jî bi xwe re radikirin govendê. Bi ruxmê ku min gelek caran nedikarî, lê belê tenê ji bo dilê wê nemîne ez bi wê re radibûm min govend digirt. Pir dixwest bi hevalê xwe re bigere, tim di nava lêgerîna jiyanê de bû.

‘EZ DAYIKA WE TEVA ME’

Dayika Gulistan têkildarî tevlîbûna keça xwe Dilvîn a nava refên YPJ’ê jî ev got: “Li pey daxwazê xwe ket û berê xwe da nav refên YPJ’ê. Roja ji mal derketî li ber çavê min pir xweşik bibû. Bi çûna xwe gelek bi keyfbû ku wê tevlî nav refên azadiyê bibe. Hevalan jêre gotibû, dayika te ewqasî li te geriya gelek westiya. Bi rûyek li ken ji hevalan re gotibû, ‘bila dayika min jî hinek spor bike.’ Dema ez çûm ziyareta wê min jêre got; rêka te vekirîbe, lê vê ji bîr neke dilê min gelek li ser te ye. Bersiv da û got; ‘bila dilê te ne li ser min be, ez û hevalên xwe giştî wek hev in. Hevalên min ji Şengalê, ji Botan û Wanê, heta ji Rojhlat jî hene. Ango ciwanên weke min ji her çar parçên Kurdistanê berê xwe dane şoreşê.’Dema min hevalên wê dîtin min pir ji wan hes kir, heta ez dikarim bêjim ji wê zêdetir. Heval Nuhal jî li gel keça min Dilvîn bû, min ji heval re got binêrin ez dayika we teva me.”

‘BI ŞEHÎDBÛNA KEÇA XWE SERBILIND IM’

Dayika Gulîstan li ser tevlîbûna keça xwe ya Berxwedana Rûmetê ya Serêkaniyê jî ev got: “Min nedizanî Dilvîna min derbasî bajarê Serêkaniyê bûye. Lê belê her dilê min hîs dikir ku ew jî weke hevalên xwe di nava şerê Berxwedana Rûmetê de ye. Dîmenê wê li Serêkaniyê derket, dema min dît sekin û tevlîbûna wê wisa li ser tv bi hêze, ez pir keyfxweşbûm. Piştî du, sê rojan li Serêkaniyê şer dijwartir bû. Carekê min dît gotin balafiran li taxa Sanayî ya bajarê Serêkaniyê dane. Yekser min got, Dilvîna min jî şehîd ket. Di heman kêliyê de min bi xwe ji xwe re got; ya rebî bila şehîd bikeve, bes bila nekeve destê dewleta Tirk û van çeteyên hov. Piştre me agahî girt ku şehîd ketiye. Ez weke dayika wê pir bi serbilindim û heta ez saxbim jî ez ê bi şehadeta keça xwe Dilvîn serbilind bim. Raste dama destpêkê dibêjin kezaba te şehîd ketiye, bi rastî jî zehmet e. Lê belê me berê jî şahadeta wê dabû ber çavê xwe. Beriya şehîd bikev ez bi birayên wê yên derve re axivîm û min ji wan re got, Binêrin xwIşka we li Serêkaniyê di xeta pêşiyê de şer dike. Ger we xebera şehîdbûna xwIşka xwe Dilvîn bihistî, matmayî nemînin. Ji min re gotin; ‘dayê ev tuyî wisa dibêjî?’

Min dizanîbû wê şehîd bikeve. Dema min got acizbûn, lê belê tevî hemû tiştî jî serê wan jî bilind bû. Em weke malbata wê ji rêka keça xwe Dilvîn ne poşmanin û em ê timî şopdarê rêya wê û hevalên wê bin. Raste xebera şahadetê ji bo tevahî dayikan girane û pir bi êş e, lê belê em dizanin me çi rêk daye pêşiya xwe û qelenê wê jî, ango bedelê wê pir bûha ye.”

‘ÊRÎŞÊN DIJMIN TÊK BIRIN’

Heval Ruken a ragihandinê xwest bi Dilvîn re hevpeyvînekê çêbike, lê keça min jêre gotibû; “Heya ez panzêreke çeteyên Tirkan îmha nekim, ez yek gotinê jî naynim ziman”. Piştre em pê hesiyan ku di wê rojê de di taxa Sanayî de çar panzêr hatine îmha kirin. Ango Dilvîn û rêhevalên xwe, bi wêrekî û hêza xwe, bi tilîliyên xwe yên azadiyê gelek êrîşên dijminê xwe tekbirine.

‘XWÎNA WAN LI ERDÊ NAHÊLIN’

Wek dayIka şehîd Dilvîn, ez bejna xwe li beramber hemû şehîdên Serêkaniyê û hevala wê şehîd Nuhal ditewînim. Ez weke dayIka wan herduyan heta dilopek xwîn di canê min de hebe ez ê li ser şopa wan tekoşîn bikim. Ez sozê didim keça xwe Dilvîn û keça xwe Nûhal, ez ê nehêlim xwîna wan li erdê bimîne.