Meclîsa Jinan a HDP: Di nava 11 mehan de 305 jin hate qetilkirin

Meclîsa Jinan a HDP’ê daxuyakirin ku zilaman di nava 11 mehan de 305 jin kuştine û destnîşan kir, "Di aliyê mafên mirovan de krîz heye."

Meclîsa Jinan a Amedê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi munasebeta hefteya mafên mirovan li ber avahiya navçeya Yenîşehîrê civîna çapemeniyê çêkir. Palementera HDP’ê Remziye Tosun, Hevseroka HDP’ê ya navçeyê Hûlya Alokmen Ûyanik û gelek jin tevlî çalakiyê bûn. Deriyê avahiya navçeyê ku wê daxuyanî li ber vê bihatiba dayîn ji aliyê polîsan we hate dorpêçkirin. Şeklê Tirkî ya daxuyaniyê Tosun û Kurdiya wê jî ji aliyê Ûyanik we hate xwendin.

“KRÎZEKÎ MEZIN KU QET NEHATÎ DÎTIN HEYE”

Tosun tekez kir ku di wateya mafên mirovan li Tirkiyê krîzekî mezin ku qet nehatî dîtin heye. Tosun bal kêşande ser xesbkirinên heyî yên mafê jiyanê û diyar kir ku yên herî zêde ji bin pêkirinên mafan bandor dibin, jin û zarok in.

“DI NAVA 11 MEHAN DE 305 JIN HATINE QETILKIRIN”

Tosun dazanîn ku sala 2019’an ji gelek hêlan we salek bûye ku gelek cînayetên jinan û bin pêkirinên mafan pêkhatiye, tenê di 11 mehên destpêka sala 2019’an de 305 jin ji ber şîdeta zilam jiyana xwe ji dest dane, herî kêm 46 jin ketine ber destdirêjiyê, li hemberî 204 jinan tacîz pêkhatiye û 556 jin jî rû bi rûyê şîdetê bûne. Tosun dazanîn ku li gorî hejmarên fermî jî hejmara jinên ku bi şîdetê re rû bi rû hatine bi deh hezaran e û hajmara yên ji ber şîdetê jiyana xwe ji dest dane jî hîn zêdetir e.

Di dawiyê de Tosun ew peyame da: “Mirov, bi mafên xwe we mirov e. Wê têkoşîna me bênavber bidome.”