Jinên ku gotin,'ji qeyûm re na' têne darizandin

Doza jinên ku li dijî dagirkeriya qeyûm derketin wê Çarşemê çêbibe. Saziyan bang kir ku her kes tevlî danişînê bibe.

29'ê  Tebaxê li Beşîktaşê li dijî dagirkeriya qeyûm a li Amed, Wan û Mêrdînê çalakî hatibûn kirin, polîsan êrîş biribû ser çalakiyê û 29 jin hatibû destgîrkirin.

Doza 23 jinan, ku di nav wan de Hevseroka HDP'ê ya Stenbolê ya berê Esengul Demîr jî heye, sibe li Edliyeya Çaglayanê ya 17'an a Dadgeha Cezayê ya  Esliye ya Stenbolê wê çêbibe.

Li Stenbolê gelek saziyan bang kir ku sibe tevlî danişînê bibin. Di daxuyaniya hevpar de hate gotin,''Ji bo ku careke dî em ji qeyûman re bibêjin, na û piştevaniya li jinê geş bikin, sibe em li Edlieyeya Çaglayanê ne.''