Çalakvana jin a Şabadî ji aliyê hêzekî nenas ve hate destgîrkirin

Hêzekî ewlekariya Rejîma Îranê ya ku rûyê wan girtî avêtin ser mala jinekî çalakvan a bajarê Şabad a Rojhilatê Kurdistanê û wê destgîrkirin.

Li gorî agahiyên Ajansa Rojnewsê, bajarokê Şabad a Kirmaşan a Rojhilatê Kurdistanê, hêzekî rûyê wan girtî avêtin ser mala Anîsa Cehferî Mêhir û wê destgîrkirin.  

Li gorî gotinên kesûkarên wê ew hêza ku di ser mala Anîsa Cehferî Mêhir de girtîn rûyê wan hemûyan girtî bûn, dest danîne li ser kelûpelên taybet yên weke: telefon, komputer û pirtûkan. 

Hate diyarkirin ku ew hêza rûyê wan girtî hêjmara wan nêzîkî 20 kesan bû ku bi çend wesayîtan avêtin ser malê. Bi biryara dadgehê ku tê îdîakirin Anîsa ‘Li dijî asayîşa neteweyî’ kar kiriye.

Malbata Anîsa nizanin keça wan birin kûderê û heta niha ti agahiyek jê negirtine.

Anîsa Cehfer Mêhir xwendevana master ya beşê zimanzanî bû, bi lêkolîna xwendina xwe ya masterê ya derbarê zimanê Kurdî bi taybet zaraveyê ‘Kelhûrî’ re eleqeder dibû.

Anîsa endamek ya ziman û wêjeya Kurdî ye heman demê endama meclisa nivîskarên kovara ‘J’ê ye ku Ewropa û Rojhilatê Kurdistanê di warê wêjeya Kurdî de tê belavkirin.