Banga ji bo xwedîderketinê: Rojava sembola hêviyê ye -NÛ BÛ

Parêzvanên mafên jinan ên femînîst, zanyar û aktîvîst ku ji welatên cuda yên dinyayê li hev kom bûn, diyar kirin ku Şoreşa Rojava hêviyeke ji bo tevahiya dinyayê û bang kirin, ku dagirkeriya dewleta Tirk bê rawestandin.

Aktîvîstên jin ên ji welatên cuda ji ANF'ê re axivîn û bal kişandin ser girîngiya piştgiriya ji bo Kurdan û gelên Rojava li dijî paşverûtiya dewleta Tirk.

Endama Meclîsa Neteweyî ya Slovenyayê Vîoleta Tomîc jî di nav de banga jinan wiha ye:

Vîoleta Tomîc, Parlamentera Meclîsa Neteweyî ya Slovenyayê (Partiya Çep-LEVICA): Pirtûkek di destê min de ye. Pirtûka "Şoreşa Rojava, li Kurdistana Sûriyeyê Xweseriya Demokratîk û Azadiya Jinê" ku ji aliyê Anja Flach, Ercan Ayboga û Mîchael Knapp ve hatiye nivîsandin.

Ez bûm heyrana tecrûbeyên civakî yên demokratîk ku di nava şerê navxweyî yê Sûriyeyê de li Bakurê Sûriyeyê hate pêkanîn. Ev yek alternatîfeke demokratîk û aştiyane pêşkêşî Sûriyeyê, Rojhilata Navîn û dinyayê dike. (Şoreşa Rojava) ji bo jiholêrakirina şerê olî, neteweyî û siyasî firsendeke mezine ku ev yek dibe sedema destwerdanên hilweşîne û şerê li herêmê.

Li Rojava we modela mafê diyarkirina çarenûsa xwe û hebûna bi rengekî aştiyane ya civakan hemûyan afirandin. Nêzîkatiyeke hêja ye ku we di vê projeyê de baviksalarî red kirin û azadiya jinê nas kirin. Bi serbilindiyeke mezin ez meha derbasbûyî tevlî xwepêşandana li Bûdapeşteyê ya ji bo piştgiriya Şoreşa Rojava bûm. Ez li wir bûm ji ber ku ji bo min gelekî girîng bû piştgiriya projeyên bi vî rengî yên erênî bikim ku hêvî ye ji bo tevahiya dinyayê.

Mixabin çapemeniya me der barê Rojava û têkoşîna we de nûçeyan naweşîne. Tenê qala berjewendiyên kapîtalîst ên global dikin ku serwerî, şer û mirinê nîşan didin. Li Ewropayê haya mirovan ji Kurdistanê nînin, yan jî bi agahiyên şaş haya wan jê hene.

Eger em dijminê xwe yê hevpar nas nekin, haya me jê nebe û hin tiştan hîn nebin, em ê bi hêsanî bibin hedefa manîpulasyonan. Ji ber vê yekê di demekê de ku qala çarenûsa mirovahiyê û dinyayê tê kirin, divê em bi hev re tevbigerin. Divê em bi rengekî bêtirs bi ser îdeolojiyên paşverû û neteweperest ve biçin, bi ser şer ve biçin û li ber êşa ku mirovên bêguneh dikişînin helwestê nîşan bidin.

Ji bo nifşên nû divê em rêyeke veguherîna civakî û siyasî biafirînin û hêviyê bidin wan. Divê em zanibin ku em hemû beşek ji vê rêxistinbûnê ne. Ji ber vê yekê jî ez dibêjim, "Yek dinya, yek têkoşîn."

Cînzîa Arrûzza, nivîskar û fîlozofa Îtalyayî, Hîndekara New School for Social Research and Eugene Lang College ya li New Yorkê: Êrişa Tirkan a bi destûra DYE'yê li dijî Rojava pêk hat, êrişeke ku li dijî yek ji projeyên jiyanî yên demokratîk û femînîst hatiye kirin. Jin û mêrên li Rojava ji bo birêxistinkirina têkiliyên me yên civakî bi rengekî rast, nîşanî me dan ku reaksiyona li dijî hêzên herî barbar bi berxwedaneke bi pîvan û hewldaneke kolektîf dibe.

Rojava ne tenê ji bo Rojhilata Navîn ji bo tevahiya dinyayê mînakeke watedare ku nîşan da ji nû ve birêxistinkirina têkiliyên me yên civakî bi rengê demokratîk pêkane. Ji ber vê yekê Kurd demeke dirêj bûn hedefa gotina 'terorîzmê' ya dewleta Tirk bi rengekî zexel heqaret lê hate kirin. Divê em piştevaniya Rojava bikin û hewldana Erdogan a ji bo têkbirina ronahiya şoreşger mehkûm bikin.

Dr. Nîda Kîrmanî, Hîndekara Zanîngeha Zanyariyên Îdarî ya Lahorê ya Pakistanê (LUMS), civaknaseke femînîst ku li Asya Başûr li ser marjînalîteya bajaran û zayend xebitiye: Ji ber binpêkirina mafên mirovan û krîza însanî ku dewletê li Rojava bû sedem, pir xemgîn im. Rojava ji bo mirovên pêşverû yên li dinyayê hemûyan bû sembola hêviyê. Pêşengiya jinên Kurd di têkoşîna demokrasiyê de gelekî bandor li min kir.

Ez piştgiriya têkoşîna aştî û edaletê ya gelê Rojava û PYD'ê dikim. Bang li civaka navneteweyî dikim ku piştgiriya wan bikin û dewleta Tirk û rejîma Trump mehkûm bikin. Bang li hikumeta Pakistanê dikim ku çalakiyên hikumeta Tirk mehkûm bike û êdî piştgiriya polîtîkayên zordar ên Erdogan nake.

Dr. Ewa Majewska, femînîst û aktîvîst, Varşova/Polonya: Dema ku min bihîst hêzên artêşa Tirk êriş birin ser Sûriyeyê ez pê êşiyam. Gotin têrê nake ku dijberiya min a li dijî vê êrişê bîne ziman.

Ez bi tirs û fikar im ku DYE û gelek welatên Ewropayê bi rengekî veşartî ev dagirkerî qebûl kirin. Divê ev şer û zilma li Kurdan tê kirin bi dawî bibe.