Zeynep Boga ya HDP’î hate destgîrkirin

Endama Meclîsa Jinan a HDP’ê û PM’ê Zeynep Boga hate destgîrkirin.

Endama Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û endama Meclîsa Partiyê (PM) Zeynep Boga li Amedê hate destgîrkirin.

Meclîsa Jinan a HDP’ê li ser destgîrkirina Boga li ser hesabê tevna civakî ev agahî da: “Êrîşên tîfaq mêr a AKP-MHP’ê ya li dijî jinan dewam dike. Di encama oparasyonên qirkirina siyasî de encama Meclîsa Jinan û PM’ê ya me Zeynep Boga li Amedê hate destgîrkirin. Hevrêya me berdin. Têkoşîna jinê bi destgîrkirinê nayê rawestandin.”

Têkildarî bê ka Boga birine kû jî agahiyên zelal nehatin girtin.