JIN
Hemû Nûçe
-
Jinên Ciwan li ser dîwaran wêneyên jinên pêşeng ên şehîd xêz kirin
Jinên Ciwanên li kolanên Silêmaniyê di çarçoveya pêngava "Em Dibêjin NA" û çakiyên 25'ê Mijdarê de wêneyên pêşengên jin ên ku li her hêlên Kurdistanê ji aliyê dewleta Tirk û hişmendiya mêr ve hatine qetilkirin li ser dîwaran xêz kirin. -
Li Arjantînê zagona li ser mafê kurtajê dîsa kete rojeva parlementê
Li Arjantînê, zagona li ser mafê kurtajê ku beriya du salan hatibû redkirin, dîsa kete rojeva parlamentê. -
SKB li gel qedexeyên şewbê jî li dijî tundiyê daket qadan!
Yekîtiya Jinên Sosyalîst (SKB) li dijî tundiya mêr a li jinan, bi banga "Em her derê bikin qada çalakiyê" di hefteya duyemîn a çalakiyên Çarşemê de li gelek bajarên Ewropayê daket qadan. -
YJK-E'yê bernameya çalakiyên 25'ê Mijdarê yên li Elmanyayê eşkere kir
YJK-E'yê ji bo çalakiyên li Elmanyayê yên 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li Jinê banga tevlîbûnê kir. -
Dozger bêyî parastina Tûncel û Kişanak ceza ji wan re xwest
Di rûniştina doza siyasetmedarên Kurd ên jin Sebahat Tûncel û Gulten Kişanak de dozger xwest bêyî ku Tuncel û Kişanak xwe biparêzin, cezayê girtîgehê ji wan re xwest. -
Tundiya li jinê li Fransayê ji sedî 15 zêde bû
Alîkara Wezîrê Karên Hundir a ji Welatîbûnê Berpirsyar a Fransayê Marlene Schîappa diyar kir, ku ji 30'ê Cotmehê dema qedexeya derketina derve û vir ve tundiya li jinê zêde bûye. -
Li Silêmaniyê semînera Tevgera Jinên Ciwan ên Têkoşer
Tevgera Jinên Ciwan ên Têkoşer li dijî tundiya li ser jinan wê li Silêmaniyê semînerekê li dar bixe. -
Jinên li Reqa û Tebqayê li ber polîtîkayên Erdogan rabûn
Jinên li Reqa û Tebqayê çalakiyek hevpar kirin, bal kişandin ser bûyerên li girtîgehên li herêmên ku dewleta Tirk dagir kirine û got: “Hûnê nikaribin qîrîna azadiyê ya jinan asteng bikin.” -
Li Konyayê jinek hate kuştin
Li Konyayê kesê bi navê Seyfûllah K. bi çekê Elîf Yakin qetil kir. -
Ji TJK-E'yê kampanya '100 sedemên ji bo darizandina dîktator'
TJK-E'yê têkildarî 25'ê Mijdarê daxuyaniyek da û diyar kir, ku wê bi kampanya xwe ya bi navê '100 sedemên ji bo darizandina dîktator' hesab ji Erdogan bipirsin ku berpirsyarê sereke yê komkujiya jinan e. -
Li Ordûyê jinek bi êşkenceyê hate kuştin
Li navçeya Korganê ya Ordûyê jina bi navê Makbûle Sari li mala xwe kuştî hate dîtin. -
Jinên Belçîkayî dixwazin hemû cureyên şîddetê werin hejmartin
Rêxistinên jinan ên li Belçîkayê bi wesîleya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Şîddeta Li Ser Jinan xwest bila hemû şîddetên li ser jinan were hejmartin. -
Hilbijartinên DYE'yê: Di asta rekorê de jin hatin hilbijartin
Di hilbijartinên serokatiyê yên DYE'yê de, tevî alîkara destpêkê ya serok Kamala Harrîs di asta rekorê de wê jin tevlî Kongreyê bibin. Lê belê ji bo wekheviya li qada siyasetê hîn divê gelek gav bên avêtin. -
Gokkan: Mîna Teyrê Sîmir em ji xweliya xwe diafirin
Berdevka TJA'yê Ayşe Gokkan destnîşan kir ku bi rêya kampanya 'Em xwe diparêzin', mîna Teyrê Sîmir ku ji xweliya xwe ji nû ve diafire, ew têkoşîna xwe didomînin. -
Jinên Kurd li Stockholmê name ji girtiyên li Tirkiyeyê re şandin
Bi boneya 25’ê Mijdarê Meclîsa Jinan a Amarayê li Stockholmê ji bo jinên têkoşer û berxwedêrên li girtîgehên Tirkiyeyê name şandin. -
'Tundiya mêr û dewletê hev xwedî dikin'
Meclîsa Jinan a HDP'ê ku ji bo 25'ê Mijdarê dest bi haziriyan kiriye, hem li dijî tundiya mêr û hem jî li dijî tundiya dewletê xeteke têkoşînê datîne. -
Meşek baş ber bi pêşerojê ve…
Gerîlaya YJA Starê Nûrûhan Dundar (Goksun), sala 2012’an di pêvajoya Şerê Gelê Şoroşgerî de tevlî nava refên gerîla bû. -
Polîsan ‘Konvoya Mor’ a DAKAP’ê asteng kir
‘Konvoya Mor’ a ku DAKAP’ê di çarçoveya xebatên ji bo 25’ê Mijdarê de dixwest bike, ji aliyê polîsan ve hate astengkirin. -
’Di nava 10 mehan de 179 bi guman, 453 jin hatin qetilkirin’
Navenda Lêkolînê ya Sosyo Polîtîk a rapora têkildarî qetilkirinên jinan eşkere kir, di 10 hemenên sala 2020’ê de 179 jin bi guman bi giştî 453 jin hatine qetilkirin. -
Li saziya dewletê dest avêtin jinekê
Li Navenda Vegerandinê ya Kûrûbaş a li ser rêya Peyîzava 2 erkdarên ‘ewlekariyê’ yên destavêtin jineke Îranî, parastina milet û welat kir, anî ziman ku îftira li ser wan kirine. -
KBDH: Li dijî tundiyê divê em dengê xwe bilindtir bikin
KBDH'ê li dijî tundiya li ser jinê 25'ê Mijdarê ji bo mafê jiyanê bang li hemû jinan kir ku xwe berdin qadan û got, ''Li dijî tacîz, tecawiz û tundiya li ser jinê ji her demê zêdetir divê em dengê xwe geş bikin.'' -
Li Îzmîrê çawûşek pispor hevjîn û keça xwe qetil kirin
Li navçeya Kinik a Îzmîrê çawûşê pispor ê berê Mûstefa Kocabiyik hevjîna xwe Nerguzel Kocabiyik û keça xwe Melîke Kocabiyik qetil kirin. -
Dewreya 3’mîn a fêrbûna karê dirûtinê ya ji bo jinan bi dawî bû
Dewreyekî din a perwerdeya fêrbûna karê dirûtinê ji jinên Kerkûkê ku ji aliyê Rêxistina Jinên Azadîxwaz a Kurdistanê (RJAK) hatibû vekirin bi dawî bû. -
Leşkerek Tirk nîşaniya xwe qetil kir
Li Mûglayê leşkerê Tirk Volkan Erdem, nîşaniya xwe Hafîze Gunakin qetil kir. -
Li Amedê çîrokên jinên hatine qetilkirin hate xwendin
Li Amedê endamên DAKAP’ê çîroka 41 jinên hatibûn qetilkirin, xwendin û zextên bi destê dewlet û mêran protesto kirin.