'Tundiya mêr û dewletê hev xwedî dikin'
Meclîsa Jinan a HDP'ê ku ji bo 25'ê Mijdarê dest bi haziriyan kiriye, hem li dijî tundiya mêr û hem jî li dijî tundiya dewletê xeteke têkoşînê datîne.
Meclîsa Jinan a HDP'ê ku ji bo 25'ê Mijdarê dest bi haziriyan kiriye, hem li dijî tundiya mêr û hem jî li dijî tundiya dewletê xeteke têkoşînê datîne.
Bi polîtîkayên AKP-MHP'ê tundiya li jinê li Tirkiyeyê û Kurdistanê her ku diçe zêde dibe. Hiqûqa Tirk bi necazkirina tundî, kuştin, tecawiz û êşkenceya li jinê, dike ku tundiya li jinê hê zêdetir bibe. Vê Mijdarê tenê di rojekê de 4 jin li bajarên Tirk hatin kuştin. Meclîsa Jinê ya HDP'ê têkilî tundiya mêr û dewletê, têkilî 25'ê Mijdarê Roj Têkoşîn û Piştevaniya Neteweyî ya li dijî Tundiya li Jinê 7'ê Mijdarê dest bi kampanyayê kir.
Berdevka Meclîsa Jinan a HDP'ê û Parlamenter Ayşe Acar Başaran têkilî 25'ê Mijdarê Têkoşîna Dijî Tundiya li Jinê got, "Em Meclîsa Jinê ya HDP'ê her 25'ê Mijdarê ne tenê ji bo çalakiya rojekê, em pratîka xebatê ya li mehekê berbelavbûyî derdixin. Lê ji bilî vê li tevahiya cîhanê li dijî tundiya mêr a li jinan û li dijî êrîşên li ser qadên din ên jiyanê, bi pozîsyona çalakî, têkoşîn û parastinê ye. Helbet girîngiya dîrokî ya 25'ê Mijdarê hem li cîhanê û hem li Tirkiyê zêde ye."
Başaran bi berdewamî got, "Jinan bi rengekî dikişînin nav tora tundiyê lê li Tirkiyê guherîna rengê siyasetê, zêdekirina polîtîkayên ewlehiyê, girankirina siyaseta şer û pê re geşkirina milîtarîzmê dike ku zayendîparêzî ji bo xwe qadeke berfirehtir peya bike."
Başaran diyar kir zêdebûna tundiya li ser jinê terisîna polîtîkaya milîtarîst a dewletê ye û got, "Di rojekê de 4 jin têne kuştin, divê civak li dijî vê rabe serhildanê, ne tenê jin jî. Ji ber ku qira jinan tînin, qada jiyanê ji jinê re nehiştin. Cotmehê 21 jin hatin kuştin, ji van 8 jê 'mirina bi şik û guman e'. Ew 8 jin jî, bi îhtîmaleke zêde wiha ye, yan hatine kuştin an jî kirine ku ew xwe bikujin. Li bîlançoya salekê ya kuştina jinan a li Tirkiyê binerin, weke bîlançoya şer e."
Başaran têkilî kampanyaya 25'ê Mijdarê got, "25'ê Mijdarê ji bo ku em van rastiyan dîsa bînin ser zimên, 7'ê Mijarê me xebatên xwe dane destpêkirin. Em li dijî tundiya mêr û dewletê têdikoşin. Ji ber ku ev du cure tundî hev têr dikin, du tundiyên ku ji hev ne cihê ne."
Başaran her wiha got, ew li Tirkiyê bi tevgerên femînîst û li Kurdistanê bi TJA'yê re xebatên xwe dikin, bi van tevgeran wê xwe bigihînin girseyeke berfireh û li kuçe û kolan bibin.
Başaran bi bîr xist ku wan li ser hîmê zayendiyê xebateke bûdçeyê kirine û diyar kir gelek cure tundî li ser jinê hene, ji van a herî berbiçav a fizîkî ye lê hem ji hêla zayendî û hem ji hêla aborî ve tundiya herî giran li ser jinê tê kirin. Başaran got ew ji mêj ve vê dibêjin, belkî ew partiya pêşî ne ku cara pêşî ev anîne zimên, bûdçeya ku tê hazirkirin jinê nabîne, wê tine dihesibîne û got, "Ji ber ku ev bûdçe bûdçeyeke zayendîparêz e, xizmetê ji şer, rant û alîgiran re dike."
Başaran bi domdarî got, "Em dixwazin dema ku bûdçe hate hazirkirin wekheviya zayendî were dîtin û li gorî vê were hazirkirin. Demekê li meclîsê komîsyonek hatibû avakirin, ev komîsyon li ser wê hatibû avakirin bê ka li gorî wekheviya zayendiya civakî çawa bûdçe têne hazirkirin. Em ji hingî ve dibêjin heke li deverekê veberhênanek hebe, îstîhadamek hebe divê li wekheviya zayendiya civakî were fikirîn."
Berdevka Meclîsa Jinan a HDP'ê Başaran bi domdarî got, "Baş e, ev bûdçe wê ji kû derê were? Heke hûn destekê nedin şer, hûn dikarin gelek qelemên dahat û lêçûnê ava bikin ku lazimiyên jinan bi cih bînin. Hevalên me di komîsyona plana bûdçeyê de van pêşniyazên me didin, di demeke nêz de em ê rapora xwe bi rengekî berfireh bi raya giştî re par ve bikin."
Başaran herî dawî got, dema hêla koronayê jin li malan hatin asêkirin, tundiya mêran a li ser wan zêde bûye, li dijî vê jinên ku têdikoşin dema ku derketin kuçeya bi navê tevdîrên pandemiyê derketin pêşiya wan. Başaran got, "Em dizanin ev krîza kapîtalîzmê ye lê alternatîf heye; Alternatîfa bi azadîxwaziya jinê, ekolojîk, di nav civakê de azadiyê, demokrasiyê û wekheviyê tîne, jiyana kolektîf û komunal ava dike. Alternatîfa vê jî jinên têkoşer wê ava bikin. Weke dema Rewşa Awarte piştî pandemiyê jî jin wê li qadan bin, ji ber ku em pê dizanin faşîzm ji vê vîrûsê bêhtir taloke ye."