Dewreya 3’mîn a fêrbûna karê dirûtinê ya ji bo jinan bi dawî bû
Dewreyekî din a perwerdeya fêrbûna karê dirûtinê ji jinên Kerkûkê ku ji aliyê Rêxistina Jinên Azadîxwaz a Kurdistanê (RJAK) hatibû vekirin bi dawî bû.
Dewreyekî din a perwerdeya fêrbûna karê dirûtinê ji jinên Kerkûkê ku ji aliyê Rêxistina Jinên Azadîxwaz a Kurdistanê (RJAK) hatibû vekirin bi dawî bû.
Îro êvarê li bajarê Kerkûkê dewreya perwerdeya fêrbûna karê dirûtinê ya ji bo jinan bi tevlîbûna 20 jinan ve piştî yek mehî bi dawî bû. Dewre ji aliyê RJAK’ê hatibû vekirin.
Vekirina dewreyên bi vî rengî ji bo jinên Kerkûkê bi mebesta pêşxistina kêrhatiyên jinan û teşvîqkirina wan ji bo kêrî xwe bên, her wiha ji bo kêmkirina rêjeya bêkariyê û bilindkirina asta rewşenbîrî ya jinên bajêr e.
Çend armancên vekirina wan dewreyan heye ku yek ji wan jî aliyê aborî ye ku RJAK’ê girîng dît ku çareseriyekî sereke peyda bike ji bo alîkarî bide jinan. Bi vê mêyzandinê ango çavkaniya dahatê sedema herî girînge ji bo rêvebirina malbatê û wê jî bi rêya fêrkirina pîşeyekî diyar ku niha dewreya fêrbûna karê dirûtinê ye. Ji bo ku bi rêya vî karî re bibin xwedî pîşe.
Di derbarê vê dewreya perwerdê Mamosteya dewrê Sazan Ferhad ji ajansa me re axivî û ragihand: “Em wek RJAK’ê li Kerkûkê, me pêwîst û girîng dît ku ji bo cara sêyem dewreyekî wisa ji bo jinên Kerkûkê vekîn da ku bikarîn rê bidîn ku jinên bajêr di asta pîşeyî de bibin xwedî karê xwe û pala xwe bidin xwe û ji aliyê aborî ve serxwebûna xwe ragihînin.”
Sazan Ferhad her wiha got: “Me di wê dewreyê de karî 20 jinan tevlî dewrê bikîn û îro jî piştî yek meh li ser destpêkirina wê, me bawername da wan û hêvîdarîn di dema pêş de wek rêxistina jinan bikarîn zêdetir xizmetê pêşkêşî jinên Kerkûkê bikîn.”