Li Îzmîrê çawûşek pispor hevjîn û keça xwe qetil kirin
Li navçeya Kinik a Îzmîrê çawûşê pispor ê berê Mûstefa Kocabiyik hevjîna xwe Nerguzel Kocabiyik û keça xwe Melîke Kocabiyik qetil kirin.
Li navçeya Kinik a Îzmîrê çawûşê pispor ê berê Mûstefa Kocabiyik hevjîna xwe Nerguzel Kocabiyik û keça xwe Melîke Kocabiyik qetil kirin.
Mûstefa Kocabiyik ê ku li navçeya Kinik a Îzmîrê dijiya, hevjîna xwe Nerguzel Kocabiyik (50) û keça xwe Melîke Kocabiyik (22) qetil kirin.
Piştî qetlîamê bersûç Kocabiyik li jendirmeyan gera û tiştên qewimî vegot. Tîmên tendirûstiyê yên çûyîn cihê bûyerê diyar kirin ku herdu jinan li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest dane. Cenaze rakirin morga Nexweşxaneya Dewletê ya Kinikê.
Li aliyê din hate zanîn ku Kocabiyik 3 sal çawûştiya pispor kiriye û piştre îstifa kiriye.