Li saziya dewletê dest avêtin jinekê
Li Navenda Vegerandinê ya Kûrûbaş a li ser rêya Peyîzava 2 erkdarên ‘ewlekariyê’ yên destavêtin jineke Îranî, parastina milet û welat kir, anî ziman ku îftira li ser wan kirine.
Li Navenda Vegerandinê ya Kûrûbaş a li ser rêya Peyîzava 2 erkdarên ‘ewlekariyê’ yên destavêtin jineke Îranî, parastina milet û welat kir, anî ziman ku îftira li ser wan kirine.
Li Navenda Vegerandinê ya Kûrûbaş ( GGM) a girêdayî Îdareya Koçberan a Bajarê Wanê ya li ser rêya navenda Peyîzava û navenda Wanê destavêtin jineke Îranî. Di bûyera ku 22’yê Tîrmehê pêk hat de, jina Îranî ya bi navê Z.M a derveyî rêyên hiqûqî ketibû welat, bi armanca tedbîrê li GGM’ê xistibûn karantînayê. Şeva heman rojê piştî ku ronahî vemirîn erkdarê bi navê Î.H.K ê GGM’ê kete odeyê û dest avêt Z.M’yê. Piştre jî derket holê ku erkdarê bi navê Y.V jî destavêtiye Z.M’yê.
Di 26’ê Tîrmehê de piştî ku jina koçber a bi navê Z.M bûyerê ji Midûrê GGM’ê re vedibêje derdikeve holê. Jina ku îfadeya êw ji aliyê Fermandariya Jendermeyan a Ertemêtanê ve hate girtin, ji sê kesên destavêtî wê Y.V û Î.H.K teşxîs kir. Piştî îfadeyê 2 erkdarên ewlekariyê yên ji aliyê polîsan ve îfadeya wan hatin girtin, sewqî Dadgeha Ceza ya Sulhê kirin, bi sûcê ‘îstismara zayendî’ girtin û şandin Girtîgeha Tîpa T a Wanê.
Î.H.K di îfadeya xwe de got: “Ez girêdayî welat û gelê xwe me. Ev îftira ye.” bûyer derewand. Y.V jî bûyer înkar kir. Agahî hatin girtin ku hê di derbarê bersûcan de ti îdîaname nehatiye amadekirin.