Jinên Belçîkayî dixwazin hemû cureyên şîddetê werin hejmartin
Rêxistinên jinan ên li Belçîkayê bi wesîleya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Şîddeta Li Ser Jinan xwest bila hemû şîddetên li ser jinan were hejmartin.
Rêxistinên jinan ên li Belçîkayê bi wesîleya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Şîddeta Li Ser Jinan xwest bila hemû şîddetên li ser jinan were hejmartin.
Kampanyaya ‘Orange The World’ a Neteweyên Yekbûyî wê piştî 25’ê Mijdarê 16 rojan bidome. Armanc ev e ku bi wesîleya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Şîddeta Li Ser Jinan bihistyarî were çêkirin.
Bi vê wesîleyê wê li Belçîkayê avahî bi rengê tûrûncî werin ronîkirin. 56 rêxistinên Belçîkayê ji bo pêkanîna Peymana Stenbolê wê kampanyayên agahdarkirin û bihistyariyê çêbikin.
Li gorî ajansa Belgayê yek ji beşdarê kampanyayê Soroptîmîst Înternatîonal Belqîûe bi vê wesîleyê xwest hemû cureyên şîddeta li ser jinan were hejmartin. Rêxistinê bang kir ku bila sûcên li dijî jinan di kanûna cezayê de were zêdekirin, wekî sûcên zayendî were naskirin û di çarçoveya qanûnî de bila guhertinek pêk were.