Li Amedê çîrokên jinên hatine qetilkirin hate xwendin

Li Amedê endamên DAKAP’ê çîroka 41 jinên hatibûn qetilkirin, xwendin û zextên bi destê dewlet û mêran protesto kirin.

Endamên Platforma Jinan a Dîcle Amed (DAKAP), di çarçoveya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya Li Dijî Tundiya Li Ser Jinê, xwestin li Qada Deriyê Çiyê jinên hatine qetilkirin bibîr bînin. Lê polîsên ku jin kirin dorpêçê, bi hinceta pandemiyê destûr nedan ku daxuyaniya bîranînê li dar bixin. Jinan dûre bi amîrên polîsan re hevdîtinek kurt kirin û di encama hevdîtinê de, jin li parka li kêleka Qada Deriyê Çiyê kom bûn û daxuyanî dan çapemeniyê. Wekîla HDP’ê Remziye Tosûn, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) û gelek jin beşdarî daxuyaniyê bûn.

Jinan di daxuyaniyê de wêneyên jinên hatibûn qetilkirin û dowîzên çîrokên wan li ser nivîsandibûn hilgirtin. Polîsan di dema daxuyaniyê de, dest danîn ser wêneyê siyasetmedarên jin ên kurd Sakîne Cansîz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ên li Fransayê û wêneyên Sêve Demîr, Pakîze Nayir û Fatma Ûyar ên li navçeya Sîlopî ya Şirnexê hatibûn qetilkirin.

Seroka Komeleya Jinan a Rosayê Adalet Kaya daxuyanî da û wiha axivî: “Di vê erdnîgariyê de her roj jin tên qetilkirin. Zilamên ku bi rola bav, bira û hevjîn radibin, her roj jinan qetil dikin. Hemû jinên ku hatine qetilkirin hêvî û daxwazên wan ên ji jiyanê hebûn. Lê ew jin tevî biryara parastinê dîsa hatin qetîlkirin. Ji ber Peymana Stenbolê nehat sepandin jin tên qetilkirin. Dewletê bi vê helwesta xwe qetilkirina jinan erê kiriye.”

Kaya, berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Em ê hertim li gel jinên ku hatine qetîl kirin û destdirêjî û tecawizi wan hatiye kirin bin. Heta ku qanûn bên sepandin û kuştina jinan bi dawî bibe em ê têkoşîna xwe bidomînin. Ji ber ku dewlet qanûnên li gorî mêran çêdike, jin tên qetilkirin em vê napejirînin. Em ê bi xweparastina xwe pêşiya kuştina jinan bigirin.”

Jinan piştî axaftinê, dirûşmeyên “Jin jiyan azadî” û “Cînayetên jinan polîtîk in” berz kirin. Jinan piştî deqîqeyeke rêzgirtinê çîrokên 41 jinên hatibûn qetilkirin xwendin.