Polîsan ‘Konvoya Mor’ a DAKAP’ê asteng kir
‘Konvoya Mor’ a ku DAKAP’ê di çarçoveya xebatên ji bo 25’ê Mijdarê de dixwest bike, ji aliyê polîsan ve hate astengkirin.
‘Konvoya Mor’ a ku DAKAP’ê di çarçoveya xebatên ji bo 25’ê Mijdarê de dixwest bike, ji aliyê polîsan ve hate astengkirin.
Platforma Jinan a Dîcle Amedê (DAKAP) xwest di çarçoveya 25’ê Mijdarê Roja Li Dijî Tundiya Jinan li navenda Amedê “Konvoya Mor” li dar bixe.
Jin li Duriyana Peyasê li hev kom bûn. Gelek jin beşdarî çalakiyê bûn. Jinên ku wesayîtên xwe bi rengên eumrî xemilandibûn, dema xwestin derkevin rê lê polîsan pêşiya wan birî û bi hinceta “pandemiyê” konvoyê asteng kir. J
Jin ji bo helwesta polîsan şermezar bikin nîv saet bêdeng li ber wesayîtan sekinînin û bi berzkirina dirûşma “Jin jiyan azadî” belav bûn.