Jinên li Reqa û Tebqayê li ber polîtîkayên Erdogan rabûn

Jinên li Reqa û Tebqayê çalakiyek hevpar kirin, bal kişandin ser bûyerên li girtîgehên li herêmên ku dewleta Tirk dagir kirine û got: “Hûnê nikaribin qîrîna azadiyê ya jinan asteng bikin.”

Di çaroveya 25`ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li Jinan de li Çerxerêya El-Neîm a Reqayê çalakiyek hate kirin. Endamên saziyên sivîl, meclîs û komînên jinan, nûnerên Partiya Pêşerojê ya Sûriyê li bajarên Tebqa û Reqayê tevlî çalakiyê bûn.

Di çalakiyê de jinan laçikên spî ku nîşaneya aştiyê ne, dan sere xwe. Her wiha pankartên "Na ji tundiya li dijî jinan re" hildan.

Endama Rêveberiya Jinan a Reqayê Itîmad El-Ehmed daxuyaniya rêveberiyê xwend.

Rêveberiyê di daxuyaniyê de destnîşan kir ku ew piştgiriya jinên ku li herêmên dagirkirin têne girtin, dikin û ev çalakî wek beşek ji pêngava jinan ji bo têkoşîna li dijî tundiya li ser wan e.

Her wiha rêveberiyê diyar kir ku li vê herêmê sûcên dermirovî li dijî jinan pêk hatin, hatin kuştin, revandin, destdirêjî lê hate kirin.

Di daxuyaniya rêveberiyê de ev yek hate gotin: “Îro Erdogan tevahiya cûreyên tundiya derûnî, bedenî, siyasî û aborî li dijî jinan pêk tîne. Êdî kirinên DAÎŞ`ê didomîne lê belê ji wê zêdetir jî dike. Îsbata wê yekê jî, qetilkirina Hevrîn Xelef, Zehre Berkel, Melek û girtina Çîçek Kobanê û hevalên wê ye. Dewleta Tirk hovîtiya xwe domdar û bê sînor îsbat kir.”

Her wiha rêveberiyê bang kir ku tevahiya jinên ji Sûriyê yên ku di girtîgehên dewleta Tirk de werin berdan.

Di dawiya daxuyaniyê de, soza berdewamkirina serhildanê li hemberî dewleta Tirk a dagirker hate dayîn.