SKB li gel qedexeyên şewbê jî li dijî tundiyê daket qadan!

Yekîtiya Jinên Sosyalîst (SKB) li dijî tundiya mêr a li jinan, bi banga "Em her derê bikin qada çalakiyê" di hefteya duyemîn a çalakiyên Çarşemê de li gelek bajarên Ewropayê daket qadan.

Li paytexta Fransa Parîsê, endamên SKB'ê li pêşiya Kembera Strasboûrgê ji bo 25'ê Mijdarê banga çalakiyan kirin. Li herêma Drancy a Parîsê jî endamên SKB'ê afîş daliqandin.

ELMANYA

Endamên SKB'ê li gelek bajarên Elmanyayê jî daketin qadan. Qada Paradeplatzê ya bajarê Mannheîmê bi afîşên bi nivîsa "Xweparastin li dijî tundiya li jinê" xemilandin.

Jinan li bajarê Nurnbergê jî pankartên bi nivîsa "Xweparastin li dijî komkujiyên li jinan" ên bi zimanê Elmanî li ser pira li Parka Lûîpolhaînê daliqandin.

Li bajarên Koln û Stûttgartê jî tundiya mêr û dewletê hate şermezarkirin.

BELÇÎKA

Li paytexta Belçîka Brukselê, li pêşiya metroya Kraînemê û li sûka Meer a Anversê çalakî hatin lidarxistin.

Di çalakiyan de pêlavên sor hatin danîn ku nîşaneya komkujiyên jinan e û pankartên bi nivîsa "Peymana Stenbolê pêk bîne" û "Bes e ji komkujiya jinan" hatin hildan.

HOLLANDA

Li paytexta Hollanda Amsterdamê, li Osdorp Centrumê pankartên bi nivîsa "Xweparastin li dijî komkujiyên jinan, li dijî tundiya mêr, têkoşîna li kolanan" hatin daliqandin.