Jinên Ciwan li ser dîwaran wêneyên jinên pêşeng ên şehîd xêz kirin

Jinên Ciwanên li kolanên Silêmaniyê di çarçoveya pêngava "Em Dibêjin NA" û çakiyên 25'ê Mijdarê de wêneyên pêşengên jin ên ku li her hêlên Kurdistanê ji aliyê dewleta Tirk  û hişmendiya mêr ve hatine qetilkirin li ser dîwaran xêz kirin.

Jinên Ciwan ên Têkoşer li kolanên Silêmaniyê di çarçoveya pêngava “Em Dibêjin NA” de û bi çalakiyên 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Jinê, wêneyên jin ên pêşeng ên ku li deverên cuda yên Kurdistanê di êrîşên dewleta Tirk a dagirker û hişmendiya mêr a serwer ve hatine qetilkirin li ser dîwaran xêz kirin.

Jinên Ciwan bi dirûşma “Na ji Tundiyê re” li gelek kolanên SiLêmaniyê wêneyên Jinên ku hatine qetilkirin xêz kirin.

Endamên Jinên Ciwan Têkoşer daxuyakirin ku ew vê çalakiya xwe diyar tevahî jinên hatine qetilkirin dikin.