Dozger bêyî parastina Tûncel û Kişanak ceza ji wan re xwest

Di rûniştina doza siyasetmedarên Kurd ên jin Sebahat Tûncel û Gulten Kişanak de dozger xwest bêyî ku Tuncel û Kişanak xwe biparêzin, cezayê girtîgehê ji wan re xwest.

8’emîn danişîna doza siyasetmedarên jin ên kurd Hevseroka Giştî ya berê ya DBP’ê Sebahat Tûncel û Hevşaredara berê ya Amedê Gultan Kişanak, li Meletiyê hat dîtin. Tûncel û Kişanak, ji Girtîgeha Kandirayê, parêzeran wan Cemîle Tûrhalli, Mehmet Emîn Aktar, Mesût Beştaş ji Edliyeya Amedê û parêzer Sebahat Gençtarih jî ji Edliyeya Mersînê bi rêya SEGBÎS’ê tevlî danişînê bûn.

Di danişînê de dozger bêyî ku parastina Tûncel û Kişanak bê girtin, mutalaaya xwe pêşkêş kir û bi sûcdariya “rêveberiya rêxistinê” û “propagandaya rêxistinê” xwest Tûncel û Kişanak bên cezakirin.

Tûncel û Kişanak, piştî pêşkêşkirina mutalaayê, mafê axaftinê wergirtin û bertek nîşanî mutalaayê dan ya ku bêyî girtina parastina wan hat peşkêşkirin û diyar kirin ku di îddîanameyê de xebatên wan ên siyasî bûna mijara sûc û ew vê yekê qebûl nakin.

Parêzer jî li dijî mutalaaya hat pêşkêşkirin derketin û ji bo parastina li dijî mutalaayê daxwaza dema zêde kirin.

Heyeta Dadgehê daxwaza dema zêde ya parastinê ya parêzeran qebûl kir, biryara berdewema girtina Tûncel û Kişanak da û danişînî taloqî 6’ê Çileya 2021’an kir.