Meşek baş ber bi pêşerojê ve…
Gerîlaya YJA Starê Nûrûhan Dundar (Goksun), sala 2012’an di pêvajoya Şerê Gelê Şoroşgerî de tevlî nava refên gerîla bû.
Gerîlaya YJA Starê Nûrûhan Dundar (Goksun), sala 2012’an di pêvajoya Şerê Gelê Şoroşgerî de tevlî nava refên gerîla bû.
Dundar a ku li ser kûrbûna felsefeya azadiya jinê ya Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan jiyayî, tevahiya jiyana xwe ya nava gerîla ji rêhevalên xwe re bû nimûne, gerîlayek pêşeng û fermandarek.
Dundar hemû erkên ku wergirt bi xîret û bi berpirsyartiyek mezin bi cih anî û bû bersivek a civakê ji bo girtina dest a jinê.
Botan a ku yekem yekîneyên gerîlayên jin lê hatî sazkirin, ji bo wê pir cûda bû.
Gerîlayên jin li çiyayên Botan a ku têkoşînên herî mezin lê hatî dayîn rastî zehmetiyên mezin hatine, li beramberî nêzîkatiyên feodal ên herî kûr û li dijî bê baweriya dihat raberkirin têkoşînek bê navber dane, bi îrade, têkoşîn û hêza xwe ezmûnek derbas kirine.
Gerîla Goksûn jî sala 2016’an berê xwe da Botanê.
Di her gava ku li Botanê avêtî de, şopên têkoşîn û berxwedanê ji bo xwe kir pûsûla û ber bi pêşerojê ve meşiya.
Gerîla Goksun a ku li çiyayên Herekolê bi kedek mezin bûyî xwedî pratîkek bihêz, sala 2019’an hetanî dema dawî şehîd dikeve jî tevlîbûnek bi milîtanî esas girt.