Li Arjantînê zagona li ser mafê kurtajê dîsa kete rojeva parlementê

Li Arjantînê, zagona li ser mafê kurtajê ku beriya du salan hatibû redkirin, dîsa kete rojeva parlamentê.

Pêşnûme zagona li ser mafê kurtajê, ku di nav sozên hilbijartinê yên serokê çep-navendî Alberto Fernandez de bû, wê cardin were nîqaşkirin.

Fernandez têkildarî mijarê destnîşan kir ku pêşnûme mafê kurtajê û dermankirinê dide jinan.

Fernandez her wiha diyar kir ku ji sala 1983'an ve zêdeyî 38 hezar jin neçar mane ku bi rengekî neqanûnî û veşartî kurtajê bikin, lewma gelek nexweşî li wan der bûne û zêdeyî 3 hezar ji wan jiyana xwe ji dest dane.

Li gorî hikumeta Arjantînê, ji ber ku kurtaj li welêt qedexe ye salê ji 370 hezar heta 520 hezar jinî 'kurtaja neqanûnî' dikin.

Li Arjantînê ku nifûsa xwe 45 milyon mirov e û piraniya wan Katolîk in, zagonên têkildarî kurtajê  ji sala 1920'î mane.

Li gorî zagonên heyî, jin dema ku ji ber destavêtinê ducanî bû, yan jî metirsî li ser jiyana dayikê hebe, dikarin sûdê ji mafê kurtajê werbigirin.