Ji bo Kongreya DYE'yê, di hilbijartinên 2018'an de jin di asta rekorê de hatibûn hilbijartin. Lê di hilbijartinên 3'ê Mijdarê de rekoreke nû di vê mijarê de hate şikandin.
Li gel Serokê DYE'yê Joe Bîden, yekem jin a alîkara serok Kamala Harrîs hate hilbijartin. Harrîs bi rêya Twîtterê daxuyaniyek da û got, "Me bi hev re nîşanî keçên biçûk ên welêt dan ku em dikarin çi bi ser bixînin."
Li gorî hin pisporan, hilbijartina Harrîs ji bo alîkara serok, gelek astengiyên li pêşiya bilindbûna hiyerarşîk a jinan hatine têkbirin.
DIBE KU JI BO WEZARETÊN XEZÎNE Û PARASTINÊ JIN BÊN TAYÎNKIRIN
Ji bo Wezareta Xezîneyê senatora pêşverû Elîzabeth Warren an jî ji berpirsyarên Bankaya Navendî Lael Braînard tên bilêvkirin. Heta niha ti carî jin nebûbû Wezîra Xezîneyê.
Bi vê hilbijartina DYE'yê re dibe ku li Wezareta Parastinê jî jinek bê wezîfedarkirin. Navê Mîchele Floûrnyo ku li Pentagonê di asta sêyemîn de li pêş e, ji bo Wezareta Parastinê tê bilêvkirin.
HERÎ KÊM 140 JIN HATIN HILBIJARTIN
Hilbijartinên 3'ê Mijdarê ji bo cihê jinan ê li nava siyasetê weke gaveke girîng tê nirxandin.
Hîn encamên hilbijartinê yên hin herêman diyar nebûne, lê belê li gorî Navenda Lêkolînan a Têkildarî Jinên Emerîkî yên li Siyasetê (CAWP) herî kêm 140 jin wê cihê xwe li parlamenta nû bigirin.
Li Kongreya Emerîkayê niha 127 jin hene. Li Meclîsa Nûneran a ji 435 kursiyî û li Senatoya ji 100 kursiyî bi giştî ji sedî 23.7 temsîla jinan heye.