Jinên Kurd li Stockholmê name ji girtiyên li Tirkiyeyê re şandin

Bi boneya 25’ê Mijdarê Meclîsa Jinan a Amarayê li Stockholmê ji bo jinên têkoşer û berxwedêrên li girtîgehên Tirkiyeyê name şandin.

Bi minasebeta nêzîkbûna 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Tûndiya Li Ser Jinê, jinên Kurd ê li Stockholmê name ji girtiyên li Tirkiyeyê re şandin. Jinan diyar kirin ku ew bi van nameyan dixwazin bidin diyarkirin ku berxwedana girtiyan a li dijî pergala desthilatdar ji bo hemû jinan rê nîşan dide.

Di daxuyaniyê ev tişt hate diyarkirin, “Di van rojan de bi mayîndekirina berxwedaniya xwişkên Mîrabel, şoreşgerên wek Leyla Qasim, Sara, Rojbîn, Ronahî û tevayî jinên berxwedêr ku ji me re hêlane, em berxwedaniya we silav dikin.

Em jinên li Stockholmê, dizanin ku tundiya li ser jinan, polîtîk e û bi zanebûn ji hêla dewleta desthilatdar û sistema baviksalar ve tê mêşandin. Bi vê boneyê em dibêjin ku tevayî peymanname û rêziknameyên ku ji bo parastina jinan a li himber tundiya li ser jinan dixwazin vejînin û wan pîvanan biparêzin û ji ber vê çendê niha ji her demê pêtir pêwîstî bi hevgirtin, yekdengî û hevkarî û rêxistinbûyîna jinan heye. Li ser vê bingehê em berxwedaniya we ya li dijî dagirkeriyê silav dikin. Berxwedaniya we, wê serkeftinê bîne.”