Tundiya li jinê li Fransayê ji sedî 15 zêde bû
Alîkara Wezîrê Karên Hundir a ji Welatîbûnê Berpirsyar a Fransayê Marlene Schîappa diyar kir, ku ji 30'ê Cotmehê dema qedexeya derketina derve û vir ve tundiya li jinê zêde bûye.
Alîkara Wezîrê Karên Hundir a ji Welatîbûnê Berpirsyar a Fransayê Marlene Schîappa diyar kir, ku ji 30'ê Cotmehê dema qedexeya derketina derve û vir ve tundiya li jinê zêde bûye.
Schîappa bi bîr xist ku di navbera mehên Adar-Gulanê de ku hingî yekemcar ji ber şewbê derketina derve hatibû qedexekirin, rêjeya tundiya li nava malbatê ya li dijî jinê zêde bû.
Schîappa anî ziman ku ji 30'ê Cotmehê heta nava vê mehê, êrişên zayendî yan jî zayendîperestî bi rêjeya ji sedî 15 zêde bûye.
Li Fransayê, Federasyona Neteweyî ya Piştevaniya bi Jinan re (FNSF) bi rêya xeta ji nûmaraya "3919" li dijî tundiyê piştgiriyê dide jinan.