Gokkan: Mîna Teyrê Sîmir em ji xweliya xwe diafirin
Berdevka TJA'yê Ayşe Gokkan destnîşan kir ku bi rêya kampanya 'Em xwe diparêzin', mîna Teyrê Sîmir ku ji xweliya xwe ji nû ve diafire, ew têkoşîna xwe didomînin.
Berdevka TJA'yê Ayşe Gokkan destnîşan kir ku bi rêya kampanya 'Em xwe diparêzin', mîna Teyrê Sîmir ku ji xweliya xwe ji nû ve diafire, ew têkoşîna xwe didomînin.
Kampanya Tevgera Azadiya Jinê (TJA) ya bi navê "Em xwe diparêzin", ku li Amedê 15'ê Îlonê ji bo çar mehan dest pê kir, du meh li pey xwe hişt. Berdevka TJA'yê Ayşe Gokkan ku dema dawî di zextên dijî tevgera jinê ya Kurd de gelek caran hate destgîrkirin, qala kampanyayê kir.
Ayşe Gokkan got, "Kampanyaya me 15'ê Îlonê dest pê kir. Lê belê di vê demê de kampanya her bajarî di dem û mercên cuda de dest pê kir. Li bakurê Kurdistanê ku êriş lê giran bûye, bi rengekî cidî bû rojev. Beriya em dest bi kampanyayê bikin tundiya leşkerê bi unîforma rû dabû. Tevî Îpek Er û Gulistan Dokû, li Wanê gardiyanekî Dîlan, li Agirî jî leşkerekî Buşra kuştibûn û gelek bûyerên bi vî rengî qewimî bûn. Bûyerên kuştinê yên mîlîtarîst û zayendîperest ku bi palpişta hêza dewletê dihatin kirin, zêde bûn. Ji ber ku herêm Kurdistan bû, bûyer cudatir bûn."
'EM DIBÊJIN ÊDÎ BES E'
Ayşe Gokkan anî ziman ku tundiya dewletê û ya mêr bûne yek û destnîşan kir ku jin mîna Teyrê Sîmir ji xweliya xwe ji nû ve ava dibin û têdikoşin.
Ayşe Gokkan got, "Dirûşma me 'Em xwe diparêz in'. Sembola me jî Teyrê Sîmir e. Ji ber ku li Kurdistanê hema bêjin li her cihî ji hewayê, ji bejahî ve êriş hene û em jî hewl didin vêbêjin ku mîna Teyrê Sîmir em ji xweliya xwe ji nû ve ava dibin. Kampanya me li dijî êrişên hêzên paramîlîter, zayendîperest, nijadperest û serweriya mêr a li dijî paradîgmaya me ya demokratîk, azadîparêziya jinê û ekolojîk hate destpêkirin. Em di serî de ji desteserkirina mafê xwe re dibêjin êdî bes e, ku bi têkoşîna xwe ya 40 salî me bi dest xistine. Mînak; bi bahaneya hevserokatiyê tayînkirina qeyûman, derbeke ku li îradeya xwerêvebirinê ya jinê hatiye xistin. Qeyûm dagirkerî ye, hevserokatî jî xeta me ya mor e. Bi vî rengî em li ber vê dagirkeriyê radibin."
Ayşe Gokkan diyar kir ku jin êdî bi rengekî komî tên destgîrkirin û got, "Berê di komên têkel de bi navê 'Operasyonên dijî KCK'ê de dihatin girtin. Niha tenê carekê 28 jin hatin destgîrkirin. Ji bo şikandina îradeya jinan ji xwe êrişeke mezin heye. Ji ber ku nikarin îradeya jinan bişikînin wan dîl digirin. Girtîgeh êdî veguherîne kampeke êsîran."
'HETA KU TECRÎDA LI ÎMRALIYÊ NEYÊ ŞIKANDIN WÊ NEBE'
Di dewama axaftina xwe de Ayşe Gokkan got, "Me di kampanya xwe de sûcên li dijî mirovahiyê jî nirxand. Mînak; qurbanîkirina Heskîfa 12 hezar salî ji bo xatirê bendavê, yan jî gelek êrişên bi vî rengî."
Ayşe Gokkan got, "Li dijî her cûre êrişên li ser jiyana ekolojîk û azadîparêziya jinê, ji bo em li ber wan rabin û bêjin êdî bes e, me dest bi kampanyayê kir. Li her qada jiyanê polîtîkaya tecrîdê heye. Em zanin ku tecrîdkirina lîderê PKK'ê Birêz Abdullah Ocalan bandoreke çawa li civakê dike. Em zanin ku heta tecrîda li Îmraliyê neyê şikandin ev tecrîd jî bi dawî nabe û em ji vê re dibêjin êdî bes e, em dest bi parastinê dike."
Ayşe Gokkan ragihand ku di çarçoveya kampanyayê de ya ku 15'ê Îlonê dest pê kir wan gelek atolye li dar xistin û got, "Ji dema destpêkirina kampanyayê ve me 114 atolye li dar xist. Zêdebûna tundiya li jinê ya mêrên di nava tevgera azadiyê de, di nava HDP'ê de di rojeva me de bû. Li dijî mêrên ku bi îradeya jinê hatin hilbijartin, lê tevî vê yekê jî xiyanet li jinê kirin, li dijî tundiya li bajar û navçeyan a li jinan me gotin êdî bes e. Lewma kampanya me hem li hundir hem jî li derve lêpirsîna li zîhniyeta serdest a mêr e, têkoşîna li dijî vê yekê ye."
'EM NATIRSIN, BI PAŞ VE GAVÊ NEAVÊJIN'
Berdevka TJA'yê Ayşe Gokkan diyar kir ku wan di 7'ê Mijdarê de dest bi çalakiyên ji bo 25'ê Mijdarê kirine û got, "Me di 7'ê Mijdarê de li Cizîr, Gever û Pirsûsê ji bo 25'ê Mijdarê dest bi kar kir. Eger hûn bala xwe bidinê ev herêm hemû herêmên sînor in. Ew herêm in ku dewlet bi bahaneyan êrişî jinan dike. Mîna têkoşîna 3 xwişkên li Domînîk meşandin, em îro li Tirkiyeyê dimeşînin. Bi rêy van polîtîkayên li Tirkiyeyê, ji wan jinan tolê hiltînin ku êrişên DAÎŞ'ê û zîhniyeta serdestiya mêr a sedsala 21'ê têk birin. 25'ê Mijdarê li dijî vê yekê, li dijî van êrişan ji bo me dema têkoşînê ye. Lewma em gavê bi paş ve neavêjin, em natirsin ji ber ku wateya 'jin, jiyan azadî' ev bi xwe ye."